Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Gerîla ji Başûr heta Bakur derbên giran li dagirkeran xist

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê destnîşan kir ku hêzên gerîla ji Başûr bigire heta Bakur her bosta xaka Kurdistanê kiriye qada berxwedanê, derbên xurt li dagirkeriyê hatine dayîn. Bi kêmanî 9 dagirker hatine cezakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê çalakiyên gerîlayan aşkera kir. HPG’ê destnîşan kir ku ji Başûr heta Bakur gerîlayên wan derbên giran li dargirkeran xistine. HPG’ê aşkera kir ku di encama çalakiyên gerîlayên wan de bi qasî ku hatiye tespîtkirin herî kêm 9 dagirker hatiye cezakirin.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye: Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li ber oparasyonên dagirkeriyê yên artêşa TC a mêtinger, ji Başûr bigire heta Bakurê Kurdistanê her bosta xaka Kurdistanê derbên giran li dagirkeriyê didin. Hêzên me bi tîmên pispor li dagirkeran didin û di encamê de 9 dagiker hatin cezakirin, 3 jî birîndar ûbne. Wesayîteke leşkerî ya bi tîpa Reo, çeperek, çekeke A-4 û bombeavêjek hatiye îmhakirin.

Detayên çalakiyan wiha ne:

Herêma Botanê:

Di 20’ê Nîsanê artêşa TC a dagirker, li herêma Cûdî ya Şirnexê dest bi operasyonekê kir. 23’ê yê Nîsanê dagirkerên li qada Difindag piştî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatin kontrolkirin û li wan hate dayîn. Di saetên şevê de hêzên me yên YJA Starê dubare ji nêzîk ve li dagirekran da. Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiya hêzên me yên YJA Starê û şûnde qad bombe kirin û piştre hemanrojê ji qadê vekişiyan.

Di 27’ê Nîsanê saet 13:00’an yekîneyeke ya veşartî ya artêşa TC a li devera Helena Pîr a Şirnexê bicih bûbûn, ji aliyê hêzên me ve hate kontrolkirin û piştre bi sekvaniyê li wan hate dayîn, dagirkerek hate cezakirin. Heman rojê hêzên dagirker ên li Girê Hirmo bicih bûbûn, piştî ku ji aliyê hêzên me ve hatin kontrolkirin û şûnde bi taktîka sekvaniyê lê da. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin. Artêşa Tirk a dagirker piştî vê çalakiyê qad bi dijwarî bombe kir.

Di 28’ê Nîsanê yekîneyeke veşartî ya artêşa TC’ê li devera Girê Şehîd Jêhat ji aliyê hêzên me ve hate şopandin. Di saetên nîvro yên heman rojê dagirkerên hatin şopandin, ji aliyê yekîneyên me yên tîmên bi tevger ve ji nêzîk ve li wan hatiye dayîn. Di encama lêdana xurt a hêzên me de bi kêmanî dagirkerek hate cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû. Artêşa TC’ê ya bi desteka hekîkopterên êrîşê windahiyên xwe rakirin, bi helîkopterên êrîşê û obusan dever bombe kir.

Herêma Avaşîn:

Di 29’ê Nîsanê saet 12: 15’an çepara A-4 a dagirkeran a li derdorî Qada Berxwedanê ya Werxelê ji aliyê hêzên me ve hatiye hedefkirin û lêdan. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatine cezakirin, çeka A-4, çeka bombevaêj û çeperek hatiye îmhakirin.

Di 30’ê Nîsanê saet 12: 10’ê çeperên li derdorî Qadên Berxwedanê ya Werxelê ji aliyê hêzên me ve hatin hedefkirin û lêdan. Di encama xurt a lêdanê de dagirker çeperên xwe hiştin û reviyan. Heman rojê saet 12:45’an dagirkerên ku xwestin bi helîkopteran windahiyên xwe ji qadê dûr bixin, bûne hedefa hêzên me. Di encama mudaxeleyê ya hêzên me ya bi çekên giran, helîkopter neçar maye ji herêmê bireve.

Di 30’ê Nîsanê saat navbera 15:00-14:30’î çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Werxelê ji aliyê artêşa TC bi çekên kîmyewî, dîsa ji qereqolên ji xeta sînor bi obusan dijwarî hatine bombekirin.

Herêma Zapê:

Roja 30’ê Nîsanê saet 17:30’an hêzên me yên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal li derdora herêma Berxwedana Serdemê ya Kurojahro li dijî dagirkeran çalakiyek li dar xistin. Di encama vê çalakiyê de hedefên hatine tespîtkirin bi awayekî rast hatin lêxistin.

Di 30’ê Nîsanê saet 11.30’an de li derdora herêma Berxwedana Serdemê ya Kurojahro dagirkerên li vir ji aliyê hêzên me ve bi çekên giran hatin gulebarankirin. Hejmara dagirkerên di encama vê çalakiyê de hatine cezakirin û birîndarkirin nehate zelalkirin.

Di 30’ê Nîsanê saet 18:30’an de dagirkerên li derdora Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara bi taktîka sekvaniyê ji aliyê hêzên me ve hatin gulebarankirin û 1 dagirker hate cezakirin.

Di 30’ê Nîsanê saet 15:00’an de, dagirkerên ku xwestin ber bi qada Berxwedana Serdemê ya Girê Şehîd Şahîn ve bi pêş ve biçin, ji aliyê hêzên me ve bi çekên giran hedef hatin girtin û gulebaran kirin. Piştî ku dagirker darbe xwerin gavekê paşde vekişiyan, ji qereqolên li ser xeta sînor bi obus û hawanan qad bomberdûman kirin.

Di 30’ê Nîsanê saet 22:30’an de helîkopterên êrîşê yên ku li ser bajarê Amediye û Dihokê ya di bin kontrola PDK’ê de derbas bû û xwest herêma Berxwedanê ya Kurojahro bombebaran bikin, rastî mudaxeleya hêzên me hatin. Di encama mudaxeleya hêzên me de helîkopter neçar man ji qadê derkevin.

Di 30’ê Nîsanê de artêşa Tirk a dagirker 7 caran li dijî Herêmên Berxwedanê ya Kurojahro û çeperên şer ên Şehîd Berxwedan, çekên kîmyewî bikar anîn.

Herêma Xakurkê:

Roja 27’ê Nîsanê saet 06:00’an wesayîta leşkerî ya Tîpa Reo ku di navbera Girê Kevortê û Girê Masîro de diçû, ji aliyê hêzên me ve hate kontrolkirin, bi taktîkên sabotajê hate derbkirin. Di encama çalakiyê de wesayîta leşkerî hate rûxandin û 3 kesên tê de bûn jî hatin cezakirin.

Di 29 û 30’ê Nîsanê de derdora Girê Şehîd Şerîf û Ava Lolan 3 caran bi balafirên şer hat bomberdûman kirin.

Di 30’ê Nîsanê saet di navbera 16:30 û 17:30’î de Girê Cehenemê, Karker, Şikefta Birîndara, Kurojahro, Saca û Sîda yên girêdayî herêma Zapê bi helîkopterên êrîşê, balafirên şer û ji qereqolên li ser xetê bi obusan hatiye bombekirin. Heman rojê saet 16.45-23.00’an qadên Girê Bihar, Şehîd Kendal û Girê Amediye yên herêma Zapê 7 caran bi balafirên şer hat bomberdûman kirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar