Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cuma - 4 Ekim 2024

Gerîla Kendal: Berê me li serkeftinê ye

Gerîla Kendal Kobanê diyar kir ku dewleta tirk a ku bi mehan e nikare berxwedana gerîla bişikîne bênavbera çekên kîmyewî bi kar tîne û got ku berê wan li serkeftinê ye dê teqez bi ser bikevin

Gerîlayê HPG’ê Kendal Kobanê gerîlayekî ciwan ê 18 salî ye. Di pêvajoya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de cih girt. 8’ê hezîrana 2021’ê dema ku artêşa tirk a dagirker êriş bir ser çeperên gerîla yên li qada Werxelê, yek ji wan gerîlayan bû ku derb li leşkerên tirk xist. Gerîla Kendal ji ajansa ANF’ê re qala têkoşîna xwe kir.

Gerîla Kendal Kobanê anî ziman ku ew ji êrîşên dewleta tirk re amade bûn û wiha got: “Me zanibûn ku dijmin wê êrîşî qada Werxelê bike. Ji ber vê yekê amadekariyên me hebûn. Dema ku dijmin êrîş kir û xwest bi pêş ve biçe, weke hêzên gerîla yên li wê derê me li dijmin xist. Dijmin bi giranî bi rêbazên şerê psîkolojîk hewl dide encamê werbigire. Gotinên weke ‘werin, em zanin ku ava we, erzaqê we nîne, werin teslîm bibin’ dibêje. Em jî zanin ku dijmin xwedî karakterekî çawa ye. Ji ber vê yekê em henekê xwe bi bangên teslîmiyetê dikin. Dijmin ne bi wêrekiya xwe êrîşî tunelên me yên şer dike. Bi rêya îstîxbarata ji hin kontra û ajanan wergirtî êrîş dike.”

Di destê dewleta tirk de tenê teknîk maye

Gerîla Kendal da zanîn ku serokkomarê tirk Erdogan her tim li her derê qaşo propagandaya artêşa tirk dike û ev tişt anî ziman: “Lê belê ew artêşa wan a ‘gelekî xurt’ newêre xwe nêzî tunelên me bike. Hîn jî hewl didin bi rêya kûçikan encamê bigirin. Em êdî bi rêbazên dijmin zanin. Li dijî tunelên me kîmyasalê hîn jî bi kar tîne. Ji ber ku bi mehan e nikare bi berxwedana hevalên me. Mayinê ku bi werîsan berdidin, kûçikên ku kamera datînin ser serê wan, bangên leşkerên newêrin bikevin hundir, bi kêr nayên. Hevalan li hemberî van her tim tedbîr girtine. Heval zû bi hewldanên dijmin dihesin û çawa êrîş bikin jî em tedbîrên xwe digirin.

Hevalek me carna li hemberî bîst leşkeran şer dike û dema ku em lê didin, leşker bêyî bersivê bide yekser direvin. Cenazeyên hevalên xwe yên hatine kuştin jî nabin. Rewşa leşkeran bi vî rengî ye, di destê wan de tenê teknîk maye. Li dijî vê jî em tedbîrên xwe digirin. Balafirfên keşfê, helîkopterên skorsky, kobra, balafirên şer 24 saetan li ser serê me digerînin. Yanî hedefekê nebînin jî tenê ji bo bandorê li psîkolojiya me bike belasebep bombeyan li qadê dibarînin. Em zanin ku dijmin dixwaze çi bike û tu ji van bandorê li me nake. Lewma berxwedana me hîn jî dewam dike. Me berê xwe dane serketinê û em zanin ku em ê teqez bi ser bikevin. Ew hevalekî ji me bistînin em ê bi dehan ji wan bistînin. Ne tenê ji aliyê fîzîkî ve em ê ji bo tunekirina zîhniyeta dijmin heta dawiyê şer bikin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar