Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Gerîla li Amed, Heftanîn, Avaşîn û Zapê lê da

Gerîlayên HPG û YJA Starê, li Amed, Heftanîn, Avaşîn û Zapê li dijî artêşa tirk a dagirker çalakî pêk anîn. Di çalakiyan de derb li helîkoptereke êrîşê, mobesseyekê û çeperekê hat xistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla daxuyaniyek da û ev agahî parve kir:

“28’ê cotmehê saet di 22:30’î de li navçeya Pasûrê ya Amedê hêzên me li dijî qereqola Mîlîkayê çalakiyeke koordîneyî kirin. Di encama vê çalakiyê de derbên xurt li nîzamiye û kûleyeke li qereqolê hat xistin. Hejmara dagirkerên ku di encama çalakiyê de windahî dan, nehate zelalkirin.

Ev çalakî ji bo bîranîna hevrêyên me yên li Amedê şehîd bûn hat lidarxistin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Heftanînê;

30’ê cotmehê saet di 11:50’î de hêzên me yên YJA Starê li Girê Koordîneyê yê li qada Pîrbilayê bi çekên giran li dagirkeran dan.

Ev çalakî di çarçoveya ‘Pêngava Dema Parastina Civak û Jin a Azad a li dijî Qirkirina Jinan e’ ya KJK’ê hat lidarxistin. Di encama çalakiyê de bi serketî li hedefên hatin diyarkirin hat xistin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

30’ê cotmehê saet di 08:30’î li qada Mervanosê ya Avaşînê û li qada Mûnzûrê ya herêma Zapê de li dijî hêzên dagirker 2 çalakî hatin lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de derb li sîstemeke kamera ya mobesse û çepereke dagirkeran hat xistin.

31’ê cotmehê saet di 12:40’î de li qada Cîloyê Biçûk ê herêma Zapê 2 tîmên me bi rengekî koordîneyî li dagirkeran xistin. Di encama vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

31’ê cotmehê saet di 11:00 de li Kela Bedewê ya herêma Zapê hêzên me ji 2 baskan ve bi çekên giran li dagirkeran xistin. Di vê çalakiyê de hedefên hatin diyarkirin bi rengekî serketî li wan hat xistin.

31’ê cotmehê saet di navbera 20:00-20:20 de li herêma Zapê, hêzên me li helîkoptereke êrîşê xistin ku dixwest bombeyan li qada Tîpa T bibarîne. Di encamê de helîkopterên êrîşê yên dagirkeran neçar man ji herêmê biçin.

30’ê cotmehê saet di navbera 19:00-21:30’î de li herêma Avaşînê, artêşa tirk a dagirker bi çekên giran û teqemeniyên bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barandin.

31’ê cotmehê saet di navbera 20:10-20:40’î de li herêma Avaşînê helîkopter li qada Tabûra Ereban geriyan.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar