Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Gerîla li Çelê, Avaşîn û Bestayê li artêşa tirk da

HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li Colemêrg, Şirnex û Avaşînê li artêşa tirk xist. HPG’ê ragihand ku di çalakiyan de 4 leşkerên artêşa tirk hatine kuştin û di êrîşên hewayî de jî 2 hevalên wan jiyana xwe ji dest dane

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê çalakiyên hêzên wan ên li dijî artêşa tirk û êrîşên hewayî, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de HPG’ê destnîşan kir ku hêzên wan li navçeya Çelê ya Colemêrgê, li herêma Avaşîn û li herêma Besta ya Şirnexê li dijî hêzên artêşa tirk çalakiyên bi bandor pêk anîne.

HPG’ê diyar kir ku hêzên wan di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî artêşa tirk rêzeçalakî pêk anîn. HPG’ê da zanîn ku hêzên wan di 12’ê hezîranê saet di 22:50’an de li Tepê Xwedê yê herêma Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî leşkerên artêşa tirk çalakiya sekvanî pêk anîne û leşkerek hatiye kuştin. HPG’ê ragihand ku hêzên wan di 13’ê hezîranê saet di 01:00’an de jî cara duyemîn li heman yekîneyê xistine û leşkereke din hatiye kuştin. HPG’ê daxuyand ku artêşa tirk saet di 02:00’an de bi helîkoptera Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakirine.

Li Çelê çalakî

Daxuyaniya HPG’ê wiha dom kir: “Di 14’ê hezîranê saet di 04:30’an de hêzên me li dijî lşekerên dagirker ên li Girê Şehîd Bager ê navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakî pêk anî. Di çalakiyê de li çeper û baregehên dijmin hate xistin. Kuştî û birîndarên dijmin nehatin tespîtkirin. Di heman rojê saet di 04:30’an de panelên rojê, kamerayên mobese û gelek alavên leşkerî yên dijmin ên li Girê Devê Masî yê Çelê hatin îmhakirin.”

Li Bestayê 2 leşker hatin kuştin

Têkildarî çalakiya li Bestayê jî HPG’ê ev agahî dan: “Di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de hêzên me di roja 14’ê hezîranê saet di 09.00’an de li dijî leşkerên li ser girê Deriyê Beroj ê li herêma Şehrîban a Bestayê ku ser bi Şirnexê ve ye, çalakî pêk anî. Di çalakiyê de derbên giran li dijmin hatin xistin û 2 leşkerên dagirker hatin kuştin. Hêzên me, bi hevdemî makîneyeke kar a dijmin jî rûxand.”

Êrîşên hewayî

Herî dawî jî HPG’ê der barê êrîşên hewayî yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ev agahî parve kirin: “Di 12’ê hezîranê saet di 13.45’an de balafirên şer ên dewleta tirk a dagirker derdora gundê Yekmalê yê li herêma Metînan, di 13’ê hezîranê saet di 23.30’an de herêma Şehîd Bêrîtan a Xakûrkê û di 14’ê hezîranê saet di 19.15’an de jî herêma Şehîd Şerîf a Xakûrkê bombebaran kir. Di êrîşa Yekmalê de zirar gihîşt mal û milkê şêniyan û li herêma Şehîd Baran jî 2 hevalên me şehîd bûn. Em ê piştre nasnameyên hevrêyên xwe ji raya giştî re aşkera bikin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar