Em ber bi salvegera êrîşên dagirkeriyê yên berfireh a 23’yê nîsana 2021’ê ve diçin. Çawa ku sala 2021’ê ji bo dewleta tirk destpêka qonaxeke nû bû, hemwext ji bo gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistanê jî bû mîladeke nû ya têkoşîna azadî û serketinê.
Dewleta tirk a hêzê ji hovîtiya şerê bajaran girtibû, xwest vê yekê bi terz û şêwazeke nû ku hemû desteka Ewropa û çekên NATO li pişt xwe girtî, berê xwe dabû Garê.
Ji bo wê Garê êdî girêkorek bû ku an wê bê derbas kirin, serketinek mezin bi dest bixîne an jî wê temamî kontrol bike. Roj hatibû û kete tevgerê. Şikestina li Garê xwar bû gava destpêkê ya şikestinê dagirkerî û faşîzmê ya AKP-MHP’ê ya dîroka herî dawî ya Komara Tirkiyeyê. Tirkiye piştî şerê Cîhanê yê Yekem û Duyemîn şikestineke wiha nexwaribû. Ev pir zorê çûbû û diviya bû heyfa vê hilîne.
Ji bo wê vê carê bi soz û wedên nû xwe firotina NATO, Ewropa 23’yê nîsana sala borî hewl da temamî xeta sînor dest bi operasyoneke mezin a dagirkeriyê da. Dizanî vê tenê nikare û bi tevkariya PDK’ê xwestin qadên gerîla, rê û rêbarên gerîla tengav bike û wisa bikare hemû qadên gerîla tesbît bike, destpêkê bi bomberdûmanê û piştre jî bi bejahî bikeve Herêmên Parastinê yên Medyayê û gerîla temamî qir bike.
Ji bo vê bi rêya PDK’ê bawer dikir ku wê bikare bikeve qadên gerîla û serketinek mezin bi dest bixîne. A hêvî nedikir, ew bû ku ewladên vî gelî ku çi dibe bila bibe, hew wê ax û warê xwe bihêle û biçe. Gerîlayên Azadiyê bi rêbaz û tektîkê nûjen ên serdema nû ya gerîlatiyê hê ji mêj ve ji her tiştî re amade bû. Di kêliya yekem a dagirkeriyê de li hemû çeperan di serî de li Zap, Avaşîn, Metîna, Mamreşo, Girê Sor, Werxelê û tevahî qadên gerîla lê ne berxwedanek bêhempa hat destpêkirin.
Her ku çû şer giran bû û dagirekeriya tirk a li ber gerîla wenda kir, leşkerên ku derûniya wan têk çûn, nekarî xwe li van deran bigire. Çiqas leşker hatin guherîn, balafirên bê mirov li esmanan kêm nebûn, jî nekarî leşkeran li wan giran bigire. Ji ber ku her kêlî gerîla lê dida. Leşker giha asteke welê êdî xew ji wan re hesret bû.
Dijminê dagirker giha wê astê êdî çi cure çekên kîmyewî nema bikar bîne, nekarî gerîlayan ji tunelan derxîne û biçe ser çeperên gerîla şovê bike. Vê yekê zêdetir dijmin har û dîn kir. Ji ber ketina van qadan, ji bo ragihandin û dîsa her sazî û dezgehekê qedexe bû, nayê zanîn çend cure çek û çekên qedexe hatin bikaranîn. Her çendî gerîla û Fermandariya NPG’ê li ser bikaranîna çekên qedexe raya giştî agahdar kir û diyar kiribû ku 5 cure çekên kîmyewî hatiye bikaranîn, lê ji ya hatî ragihandin dizanin deh qat zêdetir çek hatiye bikaranîn. Herî dawî şopên ku dijmin nekarî biveşêre û li pey xwe hişt û reviya derket holê ku ji madeyên pakirinê yên kîmyewî ava cilşoyê û ji termoborik (vakum) bigire heta gelek berhemên din ên kîmyewî bi têkelkirina nava hev li ser tûnelan hatiye ceribandin.
Dewleta tirk kir nekir, nekarî berxwedana gerîla ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê bişkîne û ji ber derûnî û nekarîna li qadên gerîla bimîne, ji gelek qadan vekişiya.
Di demên dawî de dewleta tirk piştî vê têkçûnê niha hewl dide, bi rengek din ku PDK’ê ji rewa heyî zêdetir bixe nava şer û li dijî gerîla bide şerkirin, ketiye nava liv û tevgerê. Dema em li bûyer û pêşektinên berê dinêrin em dibînin ku gerîla careke din da îsbatkirin ku ji her demê bêhtir ji bo serketinê amade ye û wê tu hêz nikaribe gerîla.
Ji bo wê gerîla xwe ji her demê bêhtir li gorî hemû şert û mercên giran û dîsa teknîkê amade kiriye. Ji xwe pêvajoya dagirkeriya li qadên gerîla, gerîla ji nû ve ava kir û kir hêzeke ya serketinê. Ji bo wê ne PDK û ne jî dagirkeriya tirk wê ji van operasyonên dagirkeriyê jî tu encamek dest nexe, wê aqûbeta wan jî ji yên berê ne cuda be.
Teknîka dijmin a dron û dîsa çekên qedexe wê nikare pêşiya serketina gerîla û têkoşîna wê ya azadiyê bigire. Gerîla di pîrozbahiyên Newrozê de careke din diyar kir ku çi dibe bila bibe, wê gerîla bi xwezayê re bibe yek û hemû plan û taktîkên dijmin vala derbixe, leşker li çiyan felç bike, teknîk li esmanan vala derbixe.