Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Gerîla li Colemêrg, Dêrsim û Xakûrkê çalakî pêk anîn

HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku hêzên wan li Gever, Xakûrkê û Pulurê çalakî pêk anîne. HPG’ê da zanîn ku di çalakiyan de herî kêm 6 leşker hatine kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên hêzên wan ên li Gever, Xakûrkê û navçeya Pulur a Dêrsimê yên li dijî hêzên artêşa tirk, daxuyaniyeke nivîskî bi raya giştî re parve kir.

HPG’ê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku hêzên wan di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, di 7’ê tîrmehê de li dijî artêşa tirk çalakî pêk anîne. HPG’ê diyar kir ku hêzên wan saet di 14:10’ê de li dijî kamyoneke artêşa tirk a li navbera Girê Şehîd Elîşêr û Şehîd Derman ên girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê çalakiya sabotajê pêk anîne. HPG’ê kitekitên çalakiyê wiha parve kirin: “Di vê çalakiyê de kamyon hatiye rûxandin û 3 leşkerên dewleta TC’ê hatine kuştin. Piştî çalakiyê, artêşa tirk bi obus û hewanan derdor topbaran kir. Bi helîkopterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji qadê dûrxistine. Ji ber bombebaranê, li bejahiya gundê Şukê şewat derket.”

Li Xakûrkê leşkerek hate kuştin

Di berdewamê de jî HPG’ê daxuyand ku hêzên wan saet di 22:00’an de li girê Şehîd Derwêş ê girêdayî herêma Xakûrkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî hêzên artêşa tirk çalakî pêk anîn û leşkerek hatiye kuştin.

Li Pulurê çalakî

Daxuyaniya HPG’ê wiha dom kir: “Di 5’ê tîrmehê saet di 19:30’an de hêzên me li dijî wesayîta zirxî ya bi tîpa Kobra û kuleyeke ya nobedê ya artêşa TC’ê ya li gundê Saritosûn a girêdayî Herêma Pulur a Dêrsimê çalakiyek kirin. Di vê çalakiya ji nêz ve bi xurtî li dijmin hate xistin de, wesayîta zirxî derb xwar, 2 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê di 6’ê tîrmehê de, artêşa TC’ê ya dagirker di saetên serê sibehê de dest bi operasyonê kirin. Operasyon bêencam vegeriya.”

Bombebaranên li herêmê

Têkildarî bombebarana artêşa tirk jî HPG’ê ev agahî dan: “Di 7’ê tîrmehê saet di 23:00’an de balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker devera Deşta Kafya a girêdayî herêma Gare û devera Saca ya girêdayî herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kirin. Di van bombebaranan de tu ziyan negihiştiye hêzên me yên gerîla.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar