Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Gerîla li Dêrsimê li leşkeran da

HPG’ê diyar kir ku li Dêrsimê gerîlayên wan li dijî leşkrên ku kemîn danîne çalakî pêk anî ne. HPG’ê diyar kir ku di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 2 leşker hatine kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiya li Dêrsimê û bomberdûmana li Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya HPG’ê de hat desnîşankirin ku gerîlayên wan li dijî leşkerên ku kemîn danîne çalakî pêk anîne û di çalakiyê de gelek leşker hatine kuşrin. HPG’ê li ser çalakiya gerîlayên xwe ev agahî parve kir: “ Di 3’ê hezîranê de li nêzî Pira Şoşveng a Pilura Dêrsimê hêzên me yekîneyeke artêşa dagirker xistine bin kontrola xwe ya ku kemîn danîne. Hêzên me demeke dirêj ev yekîne şopandine û di saet 18.00’an de ji nêz ve li vê yekîneyê dane. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 2 leşker hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne. Lê hejmara leşkerên mirî û birîndar gelekî zêde ne.”

Bombebarana li ser qadên gerîla

HPG’ê derbarê bombebarana balafirên artêşa tirk ên li ser qadên gerîla jî ev tişt ragihand: “Di 3 û 4’ê hezîranê de balefirên şer ên artêşa tirk a dagirker geliyên Dola Çil û Çar û ya Şêxzade bombebaran kirine. Di 5’ê hezîranê de jî ji sibehê heta êvarê balefirên şer ên artêşa tirk a dagirker Geliyên Dola Çil û Çar û Şêxzade bombebaram kirine. Ji ber vê bomberanê agir bi qadê ketiye. Pêşmergeyên bi navê Hoşawî Mîkael, Mahacir Mîkael, Azîz û Cabir Halîl Suleyman birîndar bûne. Artêşa tirk a dagirker bi qestî li van pêşmergeyan dane. Artêşa tirk bi van bombebaranan dixwazin kes li vê herêmê nemînin û çavê gelê me yê başûrê Kurdistanê ditirsîne. Artêşa tirk a dagirker êrîşî sivîlan dike û careke din dijminatiya xwe ya li hemberî kurdan diyar kiriye. Em şifaya xêrê ji van mirovan re dixwazin.”

Li ser êrîşên hewayî yên li herêma Zapê jî HPG’ê ev agahî da: “Li herêma Zapê jî di 2 û 3’ê hezîranê de saet di 22.00’an de balefirên şer qada Kûnîşkayê bombebaran kirine. Di vê bombebarana di 2’ê hezîranê de 2 hevrêyên me şehîd bûne. Em ê piştre nasnameya hevrêyên xwe yên şehîd ji raya giştî re ragihînin. Di 4’ê hezîranê de jî saet di navbera 22.30-23.00’an de balefirên şer Qada Şehîd Rustem bombebaran kirine. Li herêma Garê jî di 5’ê hezîranê de saet di 09.30’an de derdora gundê Ergenê hatiye bombebarankirin. Di vê bombebaranê de tiştek bi hêzên me nehatiye û xisar gihiştiye bax û baxçeyên gel.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar