Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Gerîla li Heftanîn û Xakûrkê çalakî pêk anîn

HPG’ê bi daxuyaniyekê têkildarî çalakiyên dawî yên hêzên wan ên li dijî artêşa tirk aşkera kir. HPG’ê da zanîn ku hêzên wan li Xakûrkê û Heftanînê li artêşa tirk xistiye

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand. HPG’ê da zanîn ku hêzên wan di 7’ê îlonê saet di 17.40’an de, di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, li dijî leşkerên artêşa tirk ên ku li nêzî Girê Şehîd Sarya yê herêma Xakûrkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bi cih bûne, çalakiya sûîqestê pêk anî. HPG’ê diyar kir ku di encama çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.

HPG’ê daxuyand ku piştî çalakiyê hêzên artêşa tirk herêm bi topên obus û hawanan bombebaran kiriye. HPG’ê diyar kir ku artêşa tirk leşkerê xwe yê mirî bi helîkopterên Skorsky ji herêmê rakiriye.

Daxuyaniya HPG’ê wiha dom kir: “Di roja 5’ê îlonê saet di 12:20’an de jî hêzên me leşkerên artêşa tirk a dagirker ên li Girê Sîser ê herêma Heftanîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê hedef girtin. Hêzên me bi serkeftî li yekîneyên dijmin xistin. Kuştî û birîndarên leşkerên dijmin nehat tespîtkirin.”

Agahî sererast kirin

Daxuyanî wiha bi dawî bû:” Me di daxuyaniya xwe ya di 6’ê îlonê de ragihandibû ku 2 hevrêyên me di roja 4’ê îlonê de di êrîşa hewayî ya li herêma Heftanîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûbûn. Di vê êrîşê de hevrêyekî me bi silametî gihişte baregeha xwe. Hevalê me Xebat Ciwanro jî şehîd bûye.”

Nasnameya gerîlayê şehîd bûy wiha ye:

Nasnav: Xebat Ciwanro

Nav û Paşnav: Meysem Seyîdî

Cihê Jidayikbûnê: Ciwanro

Navê Dayik – Bav: Ferîşte – Muhammed Alî

Cih û Dema Şehadetê: Heftanîn / 4’ê îlona 2019’an. BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar