Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Gerîla li Heftanînê derbên giran li artêşa tirk dixe

Navenda Nûçeyan |

Dewleta tirk ku êrîşa giştî tîne ser bêstatûya gelê kurd û jê re ‘Misak-î Millî’ dibêje, armanc dike ku başûrê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi tevahî dagir bike, êrîşên giran ên li ser Heftanînê didomîne .Gerîlayên ku li dijî vê dagirkeriyê berxwedaniyeke mezin dikin, derbên giran li artêşa tirk dixin.

Êrîşa dagirkirinê ya ku ji stratejiya dewleta tirk gaveke nû ye ku artêşa tirk 16’ê hezîranê li ber Heftanînê Qadên Parastina Medyayê dayî destpêkirin û ji bo Têkoşîna Azadiya Kurdistanê serdemeke nû ye, weke ku plansaziya wê hatî kirin nameşe. Ji gava pêşî ve ku hêzên dagirker hewl dan ku têkevin qadê, berxwedaniyeke mezin a gerîlayan dîtin. Derb li helîkoptêran hate xistin, gelek leşkerên ku li qadê danîn mirin û birîndar bûn û li qadê belawela bûn.

Windahiyên heta niha

Ji 16’ê hezîranê û vir ve windahiyên artêşa tirk wiha ne:

  • Çalakiyên ku hatine kirin: 37
  • Leşkerên tirk ên ku hatine kuştin: 90
  • Helîkoptêrên ku derb xwarin: 6
  • Çalakiyên ku encamên wan zelal nebûn: 10

Hêviya ku ji êrîşên hewayî dikin

Ev dane û dîmenên ku herî dawî di Gerîla TV de weşiyane, aşkera dike ku artêşa tirk li dijî gerîla nikare şer bike. Artêşa tirk ku pişta xwe spartiye êrîşên hewayî, li bara taktîka şer a gerîla, li girên ku 24 saetan têne şopandin jî bi çalakiyên ku gerîla dikin şok dibin.

24 saetan bombebaran

Hema hema her saet bi obûs, balafir, balafirên keşfê yên biçek û bi balafirên bêmirov bombe dikin. Li deverên ku teknîk pir tê xebitandin gelek şewat derdikevin.

Gerîla di vê maheyê de tenê li Heftanînê na, her wiha ji ser xeta Zap-Xakurkê-Çelê heta bi Gever û Botanê çalakiyan dike.

Aliyê tirk ku bi derewa serkeftinê civakê dixapîne, bi dîmenên gerîla re û encamên çalakiyan hewceyî pê nabîne ku  bibêje jî.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar