Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cuma - 4 Ekim 2024

Gerîla li hemû çeperan li dijî êrîşên dijmin amade ne

Gerîlayê HPG’ê Canşêr Botan diyar kir ku gerîla bi berxwedaneke mezin li dijî êrîşên dagirkeriyê ya tirk rabûne û wiha got: “Li her çeperê li dijî dijmin amade ne.”

Gerîla li dijî êrîşên dagirkeriyê yên tirk li ber xwe dide. Her ku desthilata faşîzan a AKP-MHP’ê têk diçe, gaza jehrî bikar tîne.

Gerîlayê HPG’ê Canşêr Botan Pêngavên Pêngava Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê ji ajansa ANF’ê re nirxand.

Botan diyar kir ku dewleta tirk a dagirker bi êrîşên li ser herêmên Avaşîn, Zap û Metîna dixwaze başûrê Kurdistanê dagir bike û wiha got: “Dijmin dema li dijî Herêma Garê operasyon da destpêkirin, dema xwe li ber berxwedana gerîla ya bi heybet a li Şikefta Siyanê nekarî rabigire û ser neket xaza kîmyewî bikar anî. Heta ku hevrêyên me li Siyanê gihiştin mertebeya şehadetê, bi lehengiyeke mezin şer kirin û gihiştin serketinê.”

Sûcên şer

Botan diyar kir ku hêzên dijmin ên li gelek deverên herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê encam negirtiye sûcê şer kiriye û wiha domand: “Gaza jehrî bikar anî. Heta niha hinek hevrêyên me gelê me bi gaza kîmyewî şehîd bûne. Bi vê yekê dewleta TC’ê destûrên şer ên navneteweyî binpê dike. Em jî bi şêwazê gerîlayê demê û taktîkên nû hemû teknîka dijmin vala derdixin.”

Gerîlayê HPG’ê Canşêr Botan bal kişand ser berxwedana gerîlayan a li dijî opersyonên dagirkeriyê û wiha pêde çû: “ Hevrêyên xwe yên li Avaşîn, Metîna û Zapê li ber xwe didin silav dikim. Em ji hevrêyên xwe yên heta niha li hemû çeperan şer berxwedanê dikin û serdikevin morelek mezin digirin. Hevrêyên me yên li çeperên şer ên dijwar, bi ruhê gerîlayên serketinê taktîkên dema nû xistine meriyetê. Heta niha dijmin nekariye bikeve şikeftên me. Dîsa hemû danîna leşkeran a ji bo ketina şikeftan bi terz û taktîka nû li wan hatiye dayîn û têk birine. Berxwedana hevrê Şoreş û 15 hevrêyên me yên li gel bi lehengî şehîd ketin, ji bo me da nîşandan ku bê em ê çawa şer bikin, çawa li ber xwe bidin, çawa dijmin vala derbixin. Hevrêyên me bi ruhê Şoreşan li çeperan şer dikin. Ev ruh wê serketinê bîne. Niha li her çepera lê ne ji bo hemû êrîşên dijmin amade ne.”

‘Tu deme em rê nadin’

Gerîla Botan axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi ruhê Şoreşan ji bo pêkanîna gerîlatiya nû û terzê demê amade ne. Em gerîla mîna xelekên zincîrê bi hev ve girêdan e. Serketina me tevan bandor dike. Ruhê berxwedanê ya hevrêyên me yên li çeperan, moral dide me jî. Em tu demê rê nadin ku dijmin bikeve qadên me. Em ê li ser rêya Şehîd Şoreş û hevrêyên din bimeşin. Em ê li pêşiya dijmin bisekinin, rê nadin ku dijmin bikeve qadên me. Li ku dibe bila bibe, hem li vê qadê hem jî li qadên din bi stratejiya nû em ê têkoşînê bikin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar