Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Gerîla li her derê di nav berxwedanê de ye’

Fermandara Heftanînê Hêjar Zozan anî ziman ku li Heftanînê li dijî êrîşên dagirkeriyê gerîla di nava berxwedanekî bê eman de ye û wiha got: “Em hemû şehîd jî bibin dê PKK tune nebe. Heta Rêber Apo û gelê me yê berxwedêr hebe, PKK tune nabe.”

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk li ser Heftanînê dewam dikin. Yek ji fermandarên Hefatanînê Hêjar Zozan a li Heftanînê şer dike, têkildarî berxwedana gerîlayên HPG û YJA Starê axivî.

Zozan di destpêka axaftina xwe de qala berxwedana li Heftanînê kir û wiha got: “Wekî ku her kes dizane ev zêdetirî 5 meh in, li Heftenînê şerekî giran û operasyoneke berfireh didome. Lê weke ku dijmin hêvî dikir nebû. Dijmin ket kîjan girê Heftenînê li wir derbe xwar. Cihên ku destpêkê jî derbe nexwarin piştre ji aliyê hêzên me ve hatin lêdan. Ji ber vê dijmin jî hinek tedbîr girt. Heger em operasyona Heftenînê binirxînin, dijmin li vir hinekî din bi tevger bû. Ji ber armanc dikirin ku cihên xwe saxlem bikin. Bêgûman di tevgera xwe de jî derbe xwarin lê leşkerên xwe da berçav, cehş û çete jî dan pêş.”

Çalakî didomin

Fermandar Zozan bal kişand ser rêbazên artêşa dewleta tirk a dagirker û ev tişt anî ziman: “Hewldanên dijmin ji bo astengkirina çalakiyên gerîla pir pêşketin. Ev hewldan bi rêbazên cuda cuda pêşketin. Mînak, gelek caran agahiyên operasyonan belav dikin ku hêzên gerîla çalakiyan nekin û bikevin parastinê. Lê ji vê rêbazê jî dîsa encam negirtin. Ruxmî ku dijmin hemû derfetên xwe xist dewrê jî, çalakiyên gerîla bênavber dewam kir.”

‘Sekna şehdan ji me re bû hêza bingehîn’

Hêjar Zozan qala sekna Şehîdên Heftenînê jî kir û ev nirxandin kir: “Sekna şehîdan ji me re bû hêza herî bingehîn. Bi rastî jî tişta herî zêde hêz da me ku em derbe li dijmin bidin, helwest û sekna hevrêyên me yên şehîd in. Mînak di xeta Şeşdara de bi pêşengtiya hevrê Esmer bêyî ku dudil bin, derbe li dijmin xistin û ser bi wan ve çûn. Dîsa li Şehît Kendal, Bektorya, Qesrokê, Xantur û hemû qadên Heftenînê bi pêşengtiya şehîdan derbên mezin li dagirkeran ketin. Ev helwest û fedaîbûna hevalan bû sedem ku ev operasyon negihêje serî û bi berxwedaneke mezin bidome. Sekna hevalên şehîd di me de hêzeke mezin da avakirin. Hevrêyên me çawa bersiv dan em ê jî bi heman şêwazî bersiv bidin. Dijmin çiqas tedbîran bigire jî wê li cihekî valatiyekî bihêle. Em jî wan valatiyan dişopînin û derbên guncav li wan didin. Di van mijaran de amadekariyên me çêdibin.”

‘Em şehîd bikevin jî PKK tune nabe’

Her wiha Fermandar Zozan destnîşan kir ku dê berxwedanê bi ser bixin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev dema ku em têde ne avantaj zêdetir di destê me de ye. Ji bo tolhildana hevrêyên şehîd em ê asta çalakiyan bilind bikin. Bi rastî jî heger amadekariyên me baş bin û li gorî pêwîstiyên gerîlatiya nûjen pêş bikeve, em ê derbên giran li dijminê dagirker bidin. Dewleta tirk her tim dibêje ku em ê wan tune bikin. Lê raya giştî tev dizane ku ev tişt ne rast in. Em hemû jî şehîd bikevin dê PKK her hebe. Heta ku Rêber Apo û gelê me yê berxwedêr hebe, PKK bi dawî nabe. Dibe ku em şer bikin û şehîd bikevin lê PKK tune nabe. Ji ber PKK li ser hîmekî dîrokî yê berxwedanê hatiye avakirin.

Li ser Rêbertiya me tecrîdeke giran heye. Rast e, em çiqas li ber xwe didin jî, dîsa ev têrê nake. Pêwîst e gel û gerîla di asteke hîn bilindtir de vê tekoşînê bi rêve bibin. Çawa li hember vê operasyonê berxwedaneke mezin hate raberkirin, pêwîst e ev ruh li her cihî zindî bibe û bigihije lûtkeyê. Wê demê dijmin poşman bibe û biçe ber lingê Rêber Apo. Ji ber vê yekê di çarçoveyê pêngava ‘Dem Dema Azadiyê’ ku KCK’ê daye destpêkirin de pêwîst e her ferdek li ku derê dibe bila bibe, bi rol û misyona xwe rabe.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar