Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Gerîla li Serhedê li lê da 5 dagirker hatin cezakirin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Serhedê çalakiyeke koordîneyî kirin. Di encamê de 5 dagirker hatin cezakirin, trafoyek û mobesseyek hatin îmhakirin, derb li wesayiteke zirxî hate xistin. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî 5 dagirker hatin cezakirin.

Navenda Rigihandin û Çapemeniya HPG’ê derbarê çalkaiyên gerîlayên HPG/YJA Starê de daxuyanî da. HPG diyar kir ku berxwedan û çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bênavber dewam dikin û wiha hat gotin: “Li dijî artêşa dagirker her roj bi dehan çalakî têne kirin û gelek dagirker têne cezakirin. Bi vî rengî performanseke şer a di asta bilind de tê nîşandan. Lê belê artêşa dagirker windahiyên xwe eşkere nake, bi ti awayî ji çapemeniyê re ranagirîne û di nava raya giştî ya Tirkiyeyê de timî mijarên cuda di rojevê de dihêle û hewl dide bandora vî şerî veşêre. Hêzên me yên li Bakurê Kurdistanê van derewên medya şerê taybet a tirk bi çalakiyên koordîneyî yên gerîla yên encamgir, pûç dikin. Tîmên me yên gerîla yên pisporbûyî li Serhedê ji sê baskan ve çalakî kirin, gelek taktîk di nava hev de bi kar anîn û bêyî ku windahiyê bidin derbeke giran li dagirkeran xistin. Artêşa tirk a dagirker windahiyên xwe yên li vê derê bi temamî veşart. Li bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê di çalakiyan de 10 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû. Her wiha trafoyek û kamerayeke mobesse hatin îmhakirin, derb li wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî û 6 çeperan hate xistin. Artêşa Tirk a ku bi çalakiyên xurt ên hêzên me derba giran xwar, çeperên berxwedanê bi bombeyên qedexekirî bombe kir û sûcê şer kir.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî mijarê ev agahî parve kir:

“Li herêma Serhedê;

14’ê cotmehê li herêma Serhedê li dijî dagirkeran çalakiyeke koordîneyî hate kirin. Saet di 08:43’an de wesayiteke bi tîpa Kîrpî ya ku ji qereqola Sarixro derket û dagirkerên li kûleyan diguhert, bi rêbaza sabotajê derb lê hate xistin. Ji sê baskan ve bi hevdemî lê hate xistin. Baskê destpêkê yê çalakiyê bi xurtî li dagirkeran xist û nehişt ku destwerdan li cihê çalakiyê bê kirin. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî ji cihekî nêz ve li wan dagirkeran xist ku dixwestin dest li qada çalakiyê werdin û di encamê de 4 dagirker hatin cezakirin. Baskê sêyemîn ê çalakiyê jî bi sûîqestê li dagirkerê li kûleyê xist û dagirkerek hate cezakirin. Piştî çalakiyê dagirkeran bi helîkopter, wesayitên zirxî mirî û birîndarên xwe rakir. Di vê çalakiyê de 5 dagirker hatin cezakirin, trafoyek û kamerayeke mobsse hatin îmhakirin, derb li wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî hate xistin.

Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

15’ê cotmehê saet di 09:00, 10:00, 12:00 û 19:45’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran 3 caran hate xistin. Derb li 3 çeperan hae xistin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

15’ê cotmehê saet di 09:45’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin. Di encama çalakiya hevdemî de dagirkerek hate cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.

14’ê cotmehê saet di 19:05’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran derb li çepereke dagirkeran hate xistin.

15’ê cotmehê saet di 12:35 û 15:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin.

15’ê cotmehê saet di 16:45’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sûîqestê li dagirkeran ahte xistin. Di vê çalakiyê de 4 dagirker hatin cezakirin, dagirkeran bi astekê xwe vekişandin.

15’ê cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin:

Li herêma Metînayê

15’ê cotmehê saet di 14:00 û 16:15’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê bi çekên giran derb li 2 çeperên dagirkeran hate xistin.

Êrîşên artêşa tirk a dagirker ên bi gazên kîmyewî, teqemeniyên qedexekirî û droneyên bombebarkirî;

15’ê cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê ya Metînayê çeperên şer 38 caran bi teqemeniyan hatin bombekirin. 3 ji van teqemeniyan dûyê bi rengê spî li pey xwe hişt, 8 jî teqemeniyên qdexekirî bûn, ku teqînên gelekî giran pêk anîn.

15’ê cotmehê li herêma Metînayê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê 4 caran bi droneyên bombebarkirî û 2 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

15’ê cotmehê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê û Girê Cûdî 5 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa tirk a dagirker;

15’ê cotmehê herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Metînayê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Metînayê bi topan hatin bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar