Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cuma - 13 Eylül 2024

Gerîla li wargehên azad 15’ê Tebaxê pîroz kir

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Herêmên Parastinê yên Medyayê salvegera 40'emîn a Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kirin.

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi merasîmeke biheybet Cejna Vejînê 15’ê TEbaxê hat pîrozkirin. Ji fermandarên gerîla Egîd Reşît li ser girîngiya pêngavê axivî, di şexsê fermandarê efsanewî Egîd (Mahsûm Korkmaz) de şehîd hemû bib îr anî û Pêngava 15’ê Tebaxê li Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, gerîla û gelê kurd pîroz kir.

Egîd Reşît diyar kir ku rêya serketinê ya Pêngava 15’ê Tebaxê ji gerîla derbas dibe û wiha axivî: “Ruhê 15’ê Tebaxê ruhê tolhildanê ye. Weke gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê em ê ti carî xwîna şehîdan li erdê nehêlin. Ruhê 15’ê Tebaxê ruhê tolhildana Dersim, Koçgirî, Agirî û Zîlan e. Ruhê tolhildana Şîkak, Helebce, Şengal û Barzan e. Ruhê tolhildana hezaran salan e.”

Egîd Reşît gerîlayên ku çalakiyên fedaî kirin bi bîr anî û got, “Em soz didin Rêber Apo, şehîdên Kurdistanê û gelê Kurd; gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê wê azadiya Rêber Apo û Kurdistanê misoger bikin.

Piştî axaftinê gerîlayan bi qîrîna dirûşman dilsoziya xwe ya bi Abdullah ocalan û şehîdan re nîşan dan, yek bi yek silav dan hev û li ber stranên Kurdî govend gerandin.

Dîmenê pîrozbahiyê li Gerîla TV hatin weşandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar