Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Gerîla li Xakurkê û gelek deveran li artêşa tirk xist

HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan ji Xakurkê heta Amed û Dêrsimê li gelek deveran derbên giran li artêşa tirk xistine. HPG’ê daxuyand ku di encama çalakiyan de gelek leşker hatine kuştin û li Dêrsimê jî 5 gerîla şehîd bûne

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê çalakiyên gerîla yên di demên dawî de û bombebaranên artêşa tirk ên li dijî herêmên gerîla daxuyaniyeke nivîskî bi raya giştî re parve kir. Di daxuyaniyê de HPG’ê destnîşan kir ku di encama çalakiyên hêzên gerîla de li Xakurkê gelek leşker hatine kuştin.

HPG’ê diyar kir ku çalakiyên hêzên wan ên li dijî hêzên artêşa tirk didomin û ev agahî bi raya giştî re parve kirin: “Dewleta TC’ê ya dagirker ku bi hemû derfetên xwe êrîşî hêzên me dike, li herêma Xakurkê rastî berxwedana dîrokî ya gerîlayên me tê. Dagirkerên ku tenê bi teknîka zêde dikare leşkerên xwe bi pêş ve bibin, li bejahiyê li dijî hêzên me nikarin şer bikin û bi çalakiyên gerîlayan derbên giran dixwin. Dewleta dagirker ji bo ku xwe li ser piyan bigire, hebûn û nebûna xwe daye ser vê operasyona dagirkirinê. Hêzên me jî li dijî vê operasyonê, li gel derfetên kêm jî bi giyanê fedayî li dijî dijmin çalakiyan dikin.”

Çalakiyên li Xakûrkê

HPG’ê destnîşan kir ku hêzên wan di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de çalakî pêk anîne û kitekitên çalakiyan wiha parve kirin:

“Di 30’ê gulanê saet derdora 20.30’an de artêşa TC’ê ya dagirker Girê Şehîd Sarya ya li herêma Xakurkê bi desteka firokên hewayî yên bêmirov û helîkoptêrên êrîşê û bi balafirên şer pir zêde bombebaran kirin. Piştî bombebaranê, di 31’ê gulanê saet derdora 13.00’an de hêzên me li dijî leşkerên ku bi helîkoptêrên Skorskyê li gir hatine danîn, çalakiya sabotajê pêk anî. Di çalakiyê de gelek leşker hatin kuştin û birîndarkirin. Hêzên dagirker bi helîkoptêrên Skorsyk kuştî û birîndarên xwe rakirin. Helîkoptêrên kobra yên hêzên dagirker, derdora saet 14.00’an heta derengiya şevê bi navberê Girê Ermûşê û Şehîd Şaha bombebaran kir. Di van êrîşan de tu ziyan negihaye ser hêzên me.

Di 31’ê gulanê saet di 15.50’an de jî hêzên me li dijî leşkerên li Girê Elîşêr ê Gevera Colemêrgê, çalakî pêk anî. Hêzên me li kozikên dijmin dan û kozikek hatiye îmhakirin. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatiye zelalkirin.

Li Amedê 3 leşker hatin kuştin

Ev demek e artêşa tirk a dagirker li navçeya Licê ya Amedê kemînan datîne. Di 28’ê gulanê de hêzên me yekîneyeke veşartî ya dijmin a li Girê Keşanê ya li nêzî gundê Dêrxustê xistiye bin kontrola xwe. Di heman rojê saet di 19.00’an de hêzên me li vê yekîneya dijmin da. Di vê yekîneya dijmin de yek jê fermandarê yekîneyê, 3 leşker hatin kuştin. Artêşa tirk piştî şer mirî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorskyê ji qadê derxist.

Li Dêrsimê 5 gerîla şehîd bûn

Di 29’ê gulanê saet di 07.30’an de artêşa tirk a dagirker li qadên Mêrga Çepera, Şehîd Cafer û Vartînîsê yên Dêrsimê bi firokên bêmirov û helîkopterên Kobra operasyonek da destpêkirin. Hêzên dagirker qad bombebaran kir û bi helîkopteran leşker anîn qadê. Piştî bombebaranê, di navbera hêzên me û hêzên dijmin de şer derket. Di vî şerî de gelek leşkerên dijmin hatin kuştin. Her wiha 5 hevalên me jî piştî şerekî qehremanî, şehîd bûn. Her wiha hevalekî me jî bi birîndarî dîl ketiye. Piştî şer artêşa tirk a dagirker operasyon berfireh kir û ev operasyon hê jî didome. Nasnameya hevalên me yên şehîd dê piştre werin aşkerakirin.”

Bombebarana artêşa tirk

Têkildarî bombebaranên artêşa tirk jî HPG’ê ev agahî dan: “Di 31’ê gulanê saet di navbera 08.00 û 09.00’an de balefirên şer ên artêşa tirk a dagirker Qada Çemço ya Zê û qada Deşta Kafya ya Garê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kir. Di 1’ê hezîranê saet di navbera 07.00’an de jî balefirên şer qada Sîda ya Zê bombebaran kir. Di van bombebaranan de tiştek bi hêzên me nebû.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar