Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cuma - 13 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Gerîla lingê dagirker û xayinan şikand!

Dewleta faşîst û hevkarê wê mala Barzanî ku hewl didin başûrê Kurdsitanê îlhaq bikin, li hemberî berxwedana gerîla û gelê kurd, lingên wan şikestin û bi sendroma têkçûnê tarûmar bûn.

Dewleta tirk a dagirker ku bi hevkariya PDK’ê re di van demên dawî de êrîşek berfireh a îlhaqkirina başûrê Kurdistanê dane destpêkirin, her roj derbên giran dixwin û têkçûnên dîrokî dijîn. Komara tirk a dagirker ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê sendromên têkçûnê dijîn, ji bo xwe ji vê sendromê rizgar bike, hewara xwe digihîne hêzên xiyanetkar, çeteyên DAIŞ’ê û hêzên paramîlîter ên çeteyên Roj. Hat zanîn ku ji bo rêvebirina van hêzan û armanckirina plana xwe ya îlhaqkirina Başûr, di 8’ê tîrmehê de li baregeha Bamernê ya dewleta tirk a dagirker a li Amêdiyê, bi fermandarên payebilind ên tirk û 3 rayedarên payebilind ên Parastinê re, di saet 22.00’an de civînek lidar xistine. Li wir Odeya Çalakiyan a Hevbeş a MÎT-Parastin hatiye avakirin. Ev civîn bi qasî 3 demjimêran berdewam kir. Yek ji xalên sereke yên nîqaşê, paqijkirina herêmê ji sivîlan û veguhertina herêma operasyonê bû, hate hînbûn ku armanca sereke dorpêçkirina Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Metînayê bû.

Dewleta tirk a dagirker ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi her cure çek û teknîka qedexekirî û hevkariya PDK’ê êrîş dike, ji gerîla darbe dixwe û nikare yek gavê jî di pêş de biçe. Anîna çeteyên DAIŞ’ê, bikaranîna hêzên xiyanetkar ên mala Barzanî û bêbextiyên ku bi rêya mala Barzanî û bi destê Iraqê li PKK’ê dike, yek ji parçeyên biçûk ên vê plana Îlhaqkirinê ye. Her wiha polîtîkayên wan ên valakirin û şewitandina gundan, zêdekirina torên sîxûran berdewamiya vê planê ne.

Hat zanîn yên ku bi salane di bin sedema belavbûna MÎT û artêşa tirk ku li dijî hêzên gerîla û gelê herêmê razî bikin, endamê Polîtburoya PDK’ê Elî Ewnî û Waliyê Dihokê Elî Tatar in. Kesên ku endamên MÎT’ê bi taybet di van 2 salên dawî de gelek caran li herêma Behdînanê bi giregir û rêveberên herêma Behdînanê re hevdîtin eyar kirine, Ewnî û Tatar’in. Di vê îlhaqkirina Başûr de yek ji parçeya sereke tora sîxurtiyê ye û ji bo wê jî yekser Parastinê berê xwe daye mûxtaran. Bi rêya Parastinê berpirsiyarê heremî yê MÎT’ê Sînan Uze Tak û koma pêre di hevdîtina bi muxtaran re ev tişt gotin: “Divê hûn jî mîna muxtarên Tirkiyeyê bi me re bixebitin. Tenê em dikarin we û herêma we biparêzin. Heke hûn alîkariyê bikin, em ê 400 dolar jî fon bidin we, lê em dikarin li gorî kalîteya agahiyên ku hûn ê bidin me, pereyek zêdetir jî bigirin. Karê we di çarçoveya polîtîkaya ji holêrakirina PKK’ê de ye û hûnê agahiyên derheqê kes an jî kesên alîkarî û lojîstîkê didin gerîlayan bidin me.”

Dema ku em behsa vê operasyonê dikin, helbet divê bê zanîn ku ev operasyona Îlhaqkirina başûrê Kurdistanê, ne wisa ji rêzê ye. Di vê çarçoveyê de xwestin walîtiya Kerkukê ji destê YNK’ê derbixin. Ji bo wê jî gelek dek û dolap zivirandin. Lê bi encam nebû û di Kerkukê de jî têk çûn. Her wiha gefên bi destê mala Barzanî û polîtîkayên wan ên li ser Şengalê û reva êzidiyan ên ber bi Şengalê ve, ji vê planê ne qutin. Kesayetê qirêj fermandarê leşkerî yê nêzî PDK’ê Qasim Şeşo ku Şengalî weke dijminê kokê bi nav dike, bi destê MÎT-Parastinê zimandirêjî li olê îslamiyetê kir û xwest kaos û alozî derbikevin. Piştî wê yekî di hindek xûtbeyên înê de gef li êzidiyan hatin xwarin. Em dixwazin bal bikêşin li ser vê mijarê, roja ku gef li êzidiyan hatî xwarin, li mizgeftan pifdankên ku ala Tirkiyeyê ser, li zarokan hatin belavkirin. Ev belge tenê aşkere dike ka kî gef li êzidiyan xwarine û kî zimandirêjî li îslamiyetê kiriye.

Dewleta faşîst û hevkarê wê mala Barzanî ku dixwest di plana îlhaqkirina başûrê Kurdistanê de gavek mezin bavêje, li hemberî berxwedana gerîla û gelê kurd, lingên wan şikestin û bi sendroma têkçûnê tarûmar bûn.

Çavkanî: Armanc Herekol – ANF

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar