Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Gerîla neqediya, gerîla bi ser ket’

Gerîlayê HPG'ê Dilsoz Gabar bal kişand ser çalakiyên gerîla yên li dijî artêşa tirk a dagirker û wiha got: “Gerîla neqediya, gerîla bi ser ket. Gerîla di her bihosta axa Kurdistanê de heye û dê heta dawiyê gerîla li ber xwe bide.”

Gerîlayê HPG’ê Dilsoz Gabar ji Ajansa ANF’ê re axivî û qala têkoşîna gerîla ya li dijî dagirkeriyê kir.

Gerîla Gabar diyar kir k udi sala 2021’ê de dijmin li hemberî gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê êrîşeke pir mezin daye destpêkirin û wiha got: “Hem li Bakur hem jî li Herêmên Parastinê yên Medyayê operasyoneke berfireh da destpêkirin. Bêguman ev operasyon ne weke operasyonên berê ne. Armanca wan tunekirina gerîla ye. Her roj demê didin, dibêjin ’em ê gerîla tune bikin’ lê her kes zane ku gerîla her tim li ber xwe dide, li ser wan çiyayên Kurdistanê berxwedaneke pir mezin tê meşandin.

Bi taybetî li Herêmên Parastinê yên Medyayê, li girên ku dijmin êrîş biriye ser; Mamreşo, Zendûra, Werxelê li wan deran berxwedaneke pir mezin hat meşandin. Gerîla bersiveke pir xurt da dijmin. Bi tîmên pispor, gerîlayên profesyonel, bi taktîkên avêtina ser dijmin, têkoşîn meşand. Dijmin ewqasî dibêje ’em ê gerîla tune bikin’, lê bi xwe nekarî bikeve nava tunelê şer, kamera bi serê kûçikan ve dikirin û dişandin nava tunelên şer. Ji bo tenê zanibe ku çiqas gerîla di nava wan tunelan de hene. Tîmên gerîla jî ewqasî ne mezin bûn. Lê zanîbûn ku ji bo Kurdistanê şer dikin, ji bo gelê bindest şer dikin.”

Gerîla neqediya bi ser ket

Dilsoz Gabar da zanîn ku dewleta tirk bi taybetî bi şerê psikolojik dixwaze kurdan bixapîne û ev tişt anî ziman: “Ne tenê gelê me, dixwaze gelên dinyayê bixapîne. Dibêje ‘min çend hezar gerîla tune kir, gerîla li serê çiyê nema’. Ka ma ne her roj gerîla li dijî we çalakiyan dike.

Weke ku tê zanîn hevalên me vê dema dawî li Zapê ji pênc baskan ve li dijmin xistin û çûn ser 8 cenazeyan û çek ji ser dijmin rakirin. Ev jî sedema xwe ji vîna gerîla digire, ji girêdanbûna bi gelê xwe, bi axa xwe û bi Rêbertiya xwe digire.

Bi taybetî îsal çalakiyên pir mezin çêbûn. Gerîla neqediya, gerîla bi ser ket. Gerîla di her bihosta axa Kurdistanê de heye û dê heta dawiyê gerîla li ber xwe bide. Heta Kurdistaneke azad, heta Rêbertiyek azad û heta xewn û xeyalên şehîdên qehreman pêk bînin dê gerîla her hebe. Wê gerîla her tim derbên mezin li dijmin bixe. Wê heta dilopa dawî ya xwîna xwe gerîla dê şer bike.

Gerîla nahêle dijmin bikeve axa Kurdistanê. Axa Kurdistanê ya me ye, em ê heta dawiyê şer bikin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar