Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

‘Gerîla parastina Kurdistanê dikin, em bi gerîla re ne’

Pêşmergeyên Dêrînê piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana gerîla anîn ziman û wiha gotin: “Her partiya ku ji dagirkeriya tirk razî be, xiyanetê li gelê kurd dike. Em bi dil û can bi gerîla re ne.”

Navenda Nûçeyan | 

Dagirkeriya dewleta tirk a li ser başûrê Kurdistanê dewam dike û berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriyê jî bênavber dewam dike. Dewleta tirk bi rêya çekdarên PDK’ê dixwaze qadên gerîla dorpêç bike. Ji ber vê jî çekdarên PDK’ê di rojên dawî de li nêzî herêmên gerîla ketine nava liv û tevgerê.

Têkildarî mijarê pêşmergeyên Dêrîn ên Başûr ji ajansa Rojnewsê re axivîn.

Pêşmergeyê Dêrînê Hesen Mihemed diyar kir ku yên bi dagirkeriya tirk razîne xiyanetê li gelê kurd dikin û wiha got: “Ez bi dil û can piştgiriyê didim gerîla û bi gerîla re me. Ji ber ku gerîla parastina xaka Kurdistanê dikin û rênadin êrîşên ne rewa li ser xaka Kurdistanê pêk bên.”

Dijmin dijmin e

Pêşmergeyê Dêrîn Umer Mihemed jî li ser heman mijarê nêrînên xwe anî ziman. Umer da zanîn ku komek li Zînî Wertê dikevin pêşiya leşkerên tirk û tînin nav xaka Başûr û ev tişt anî ziman: “Ev bû sedem ku xelk dev ji gundên xwe berdin, bi dehan gund ji ber van gef û êrîşan hatine valakirin. Anîna leşkerên tirk ji bo nav xaka Kurdistanê, rastî nerazîbûna gelê kurd hemû hatiye. Bi rastî dijmin her dijmin e, çi Sedam Hisên be û çi jî Tirkiye be. Ji ber ku hemû dijminê kurdan in.”

Umer bang li her kesê kir da ku xwedî helwest bin û dijî dagirkeriyê dakevin kolanan.

Bang li PDK’ê kirin

Hêjayî gotinê ye duh êvarî komek Pêşmergeyên Dêrîn û girtiyên siyasî yên Başûr bi daxuyaniyekê êrîş û dagirkeriya dewleta tirk a li ser xaka Başûr şermezarkirin û bang li PDK’ê kirin ku dawî li hevkariya xwe ya bi dewleta tirk re bîne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar