Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Gerîla Şaho: Serketin dê ya me be

Gerîlayê Yekîneyên Rizgariya Rojhilatê Kurdistanê (YRK) li dijî êrîşên qirker û talanker ên li Kurdistanê bang li hemû ciwanan kir ku tev li nav refên gerîla bibin

Navenda Nûçeyan |

Gerîlayê Yekîneyên Rizgariya Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Kemal Şaho ku li Hewraman ji dayik bûye û li Hewramanê beşdarî nava refên gerîla bûye, li ser êrîş û dagirkeriya Kurdistan û gelê kurd axivî.

Gerîla Kemal Şaho êrîş û dagirkirinên ku îro li ser xaka Kurdistanê tê meşandin wek polîtîkayê tunekirina gelê kurd pênase kir û wiha got: “Em di pêvajoyekê wisa de ne ku ji her aliyekî ve dijminê dagirker û qirker êrîş dikin ser axa me. Bi van êrîşan dixwazin vîna kurdên azad bişkînin. Van êrîşan hêzên qirker û dagirker bi hevkariya hêzên noker ên kurd birêve dibin. Em dibînin ku li her çar perçeyên Kurdistanê de, êrîşên li ser gelê me û welatê me her ku diçe zêdetir dibe. Ev yek jî pir aşkera nîşan dide ku çi li Rojava, çi li Başûr, çi li Rojhilat, çi jî li Bakur be. Ger tu kurdekî noker nebî, dibî hedefa hêzên dagirker û nokeran. Hêzên dagirker ne tenê bi êrîşên leşkerî, êrîşan dikin. Di warê siyasî, civakî û herî zêde jî bi rêya çandî êrîş dikin li ser gelê me û erdnîgariya me. Li gelek deverên Kurdistanê me dît ku piştî têne dagirkirin demografiya wan tên guhertin.”

Bang li ciwanên Kurdistanê kir

Şaho destnîşan kir ew weke gerîlayên azadiyê, heta hêz di bedena wan de hebe, wê bi ruhekî fedayî û bi têgiştînek Apoyî tev bigerin û ji bo ku bikaribin gelê xwe, welatê xwe ji van hêzen dagirker rizgar bikin dê şer û cengê xwe berdewam bikin.

Gerîla Kemal Şaho di berdewamiya axaftina xwe de bang li hemû ciwanên Kurdistanê kir ku di vê pêvajoyê de mil bi milê gerîla de cih bigirin.

Gelekî xwedî îrade û fikr

Gerîla Şaho di axaftina xwe wiha ev tişt anî ziman: “Gelê kurd li çar perçeyên Kurdistanê di bin êrîşên qirkirinê de ye, serî rakin û bibin bersiv. Ji ber ku gelekî xwedî îrade ye, xwedî fikir û felsefe ye. Ew jî saya Rêber Apo ye ku gelê kurd bûye xwedî fikir û felsefe. Ji bo wê jî bang li ciwanan dikim ku xwedî li şeref û xaka xwe derkevîn û bibin xwediyê jiyaneke azad û bi rûmet. Ev yek jî divî demê de encax berê xwe dane çiyayên kurdistanê û bi beşdarbûna nava refên azadiyê dibe. Ji bo ku bikaribin ji vê pêvajoyê re bibin bersiv û bi karibin dijminê xwe bi bin bixin û serkeftinê ji welatê xwe re misoger bikin ev yek pêwîst e. Em gerîla ji xwe bawer in ku em ê teqez serbikevin. Serkeftin wê ya me be ne yê dijmin be.”

Gerîla Kemal Şaho di dawiyê de stranek bi zimanê xwe yê dayikê diyarî gelê kurd kir bi taybet jî gelê Hewraman kir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar