Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Gerîlaya HBDH’ê Yeşîlgoz: Divê em agirê berxwedanê li bajarên Tirkiyeyê geş bikin!

Gerîlaya HBDH'ê Îmera Fera Yeşîlgoz der barê şerê li Kurdistanê axivî û wiha got: "Weke gelên Tirkiyeyê û şoreşgerên Tirkiyeyî, agirê berxwedanê yê ku li çiyayên Kurdistanê li Zap û Avaşînê hatiye dadan, divê em li bajarên Tirkiyeyê li Îzmîr, Enqere û Mersînê geş bikin."

Gerîlaya Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) Yeşîlgoz êrişên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê nirxand.

Yeşîlgoz bang li şoreşgerên Tirkiyeyê kir û ev tişt anî ziman: “Ji dema derbasbûyî û heta niha gerîlayên azadiyê li Zap û Avaşînê berxwedaneke dîrokî nîşan dan. Îro berxwedaneke nû li vê berxwedana dîrokî zêde dibe. Ji dema derbasbûyî û vir ve tişta nehatiye guhertin têkçûna dagirkeran e, serketina gerîlayên azadiyê ye. Weke şoreşgerên Tirkiyeyî weke gerîlayên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan em tevî hevrêyên xwe yên HPG û YJA Starê li dijî dagirkeriya Tirk di çeperên şoreşê de ne.”

Yeşîlgoz ev tişt got: “Şerê ku em dimeşînin şerê azadiyê ye, şerê azadiya gelên Tirkiye û Kurdistanê ye. Bi vê îdîayê weke gel û şoreşgerên Tirkiyeyî, divê em agirê berxwedanê yê li çiyayên Kurdistanê li Zap û Avaşînê hatiye dadan li bajarên Tirkiyeyê li Îzmîr, Enqere û Mersînê geş bikin.”

Yeşîlgoz destnîşan kir ku têkoşînên şoreşê yên Tirkiye û Kurdistanê nabe ku ji hev cuda bêne nirxandin û ev nirxandin kir: “Dewleta tirk a dagirker ku bi hovîtiyeke mezin êrişî çiyayên Kurdistanê dike, li zindanên Tirkiyeyê jî şoreşgeran qetil dike. Yên ku bombeyan li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dibarîne û şoreşgeran qetil dikin heman dijmin e. Lewma jî têkoşîna şoreşê ya Tirkiyeyê nabe ku ji Herêmên Parastinê yên Medyayê cuda bê nirxandin. Bi vê têgihiştinê divê şoreşgerên Tirkiyeyî û hêzên şoreşa yekbûyî hesabê her bombeya li çiyayên Kurdistanê tê teqandin li bajaran ji dagirkrean bipirsin. Divê gelên Tirkiyeyê û şoreşgerên Tirkiyeyê zanibin ku em şerê herî girîng ê dîroka xwe dimeşînin. Di vî şerî de rizgariya çîna karker û bindest a Tirkiyeyê, azadiya gelê Kurd, paşeroja şoreşa Tirkiyeyê û serketina têkoşîna azadiyê ya Kurd bi hev ve girêdayî ne.”

Yeşîlgoz berxwedana gerîla nirxand û wiha got: “Ji her demê bêhtir divê ala têkoşîna şoreşê îro bê bilindkirin, agirê têkoşîna me ya şoreşa yekbûyî bi her çepera dijmin bikeve. Ji Garê heta Avaşînê, ji Zapê heta Metînayê, em li ser şopa Şehîd Şoreşan, Şehîd Serhatan û Şehîd Hejaran e. Di vê oxirê de ji dayina berdêlan em xwe nadin aliyekî. Banga me li gelên Tirkiyeyê, bindestan û çîna karkeran e. Şoreş bi qasî ku em berpirsyariyên xwe bi cih bînin nêzîk e. Tevlî vî şerê şoreşgerî bibin, li dijî faşîzma AKP û MHP’ê li dijî dagirkeriya tirk tevlî nava refên şoreşa yekbûyî bibin. Em careke din hevrêyên xwe yên di vê têkoşîna şoreşgerî de şehîd bûne bi bîr tînin. Ya serketin ya serketin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar