Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Gerîlayan dagirkerek ceza kirin û dronek xistin

HPG’ê daxuyand ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê dagirkerek artêşa tirk a dagirker ceza kirin û 4 jî birîndar bûn. 2 çeper hatin îmhakirin, droneyeke hat xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de daxuyanî da. HPG’ê ragihand ku gerîla li dijî dagirkeran çalakiyên bi bandor li dar xistine û encamên wê wiha parve kir:

“Li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

10’ê îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hat kirin.

10’ê îlonê saet di 10:18’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin. Dagirkerek hat cezakirin.

10’ê îlonê saet di 09:40’î û 10:00 de li hemberî dagirkerên ku hewl didan li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi cih bibin, bi çekên giran çalakî hate kirin. Di çalakiyê de çeperek hate îmhakirin û 3 dagirker birîndar bûn.

10’ê îlonê saet di 14:20’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

10’ê îlonê saet di 16:15’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

11’ê îlonê saet di 05:10’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hat xistin. Liv û tevgera dagirkeran hat rawestandin.

11’ê îlonê saet di 16:50’î de li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê li hemberî dagirkerên ku dixwestin bi teqemeniyên qedexekirî bombeyan li tunelên me yên şer bibarînin, bi sabotajê çalakî hat kirin.

Li herêma Xakurkê;

10’ê îlonê saet di 08:40 û 10:35’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Hêmin 2 caran bi çekên giran li dagirkeran hat xistin. Çeperek hat îmhakirin.

11’ê îlonê saet di 07:55’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Hêmin bi çekên giran li dagirkeran hat xistin.

Li herêma Metînayê;

10’ê îlonê saet di 12:50’î de li Qada Berxwedanê ya Şêlazê droneyek hat xistin.

10’ê Îîlonê saet di 17:00 de li Qada Berxwedanê ya Şêlazê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Liv û tevgera dagirkeran hat rawestandin.

Li herêma Heftanînê;

1’ê îlonê saet di 17:40’î de li qada Xantûrê li dijî dagirkerên hewl didan daran bibirin bi çeçkên giran çalakî hate kirin. Di encamê de dagirkerek birîndar bû. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hat kirin.

Êrîşên artêşa dewleta tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

10, 11’ê îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê tunelên me 5 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa dewleta tirk a dagirker;

10, 11 û 12’ê îlonê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Şehîd Şerîf, Sinînê, Girê Qele, Lolan, Berbizinê, Girê Mesken, Kendekola 13 caran, li Herêma Garê qadên Deşta Kafya, Girê 5 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Bêşîlî, Serê Metîna, Şêlazê 4 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 6 caran; bi giştî 28 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

10, 11’ê îlonê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Sinînê, Lolanê 3 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna, Bêşîlî 3 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar