Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Gerîlayan dagirkerek ceza kirin û mobesseyek îmha kirin

HPG’ê daxuyand ku di çalakiyên ku gerîlayên HPG/YJA Starê li Zapê lidar xistin de, leşkerekî tirk ê dagirker ceza kirin, mobesseyek îmha kirin û derb li 3 çeperan xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan û êrîşên artêşa tirk a dagirker daxuyanî da. HPG’ê diyar kir ku gerîlayên azadiyê li qadên berxwedanê çalakiyên bi bandor li dar xistine.

Berfirehiya daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

30’ê kanûnê di navbera saet 09.00 û 18.40’an de bi çekên giran li dagirkerên ku xwestin li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tevger bikin, hate xistin û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

31’ê kanûnê di saet 12.00’an bi çekên nîv otomatîk li dagirkeriyên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.

31’ê kanûnê di navbera saet 14.40 û 15.40’an de bi çekên giran li dagirkerên ku xwestin li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tevger bikin, hate xistin û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

31’ê kanûnê di navbera saet 14.30 û 15.30’an de hêzên me yên YJA Starê mudaxeleyî tevgera helîkopterê ya li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî kirin.

1’ê çileyê di saet 07.30, 12.00, 12.20 û 16.50’an de bi çekên nîv otomatîk li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin û derb li 3 çeperan hate xistin.

1’ê çileyê di saet 15.00’an de bi taktîka sekvaniyê kamereyeke mobesse ya li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate îmhakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

Êrîşên ku artêşa tirk a dagirker bi teqemeniyên qedexekirî, gazên kîmyewî û dronên bombebarkirî pêk anîn;

30 û 31’ê kanûnê 3 caran bi dronên bombebarkirî çeperên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl hatin bombebarankirin.

Êrîşên ku artêşa tirk a dagirker pêk anîn;

29, 30, 31’ê kanûnê û 1’ê çileyê Deşta Kafya, qada Şiyê, Yekmalê, Gûzê herêma Garê 6 caran, qada Dergelê, Golka, Şêlazê ya herêma Metînayê 5 caran, qada Sinînê, Ava Lolanê, Şehîd Şerîf, Girê Rostê ya herêma Xakurkê 18 caran, Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 2 caran, qada Şehîd Îbrahîm a herêma Zapê 1 caran; bi giştî 32 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.

30’ê kanûnê bi helîkoptera êrîşê herêma Xakurkê hate bombebarankirin.

Herêmên Xakurkê, Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Metînayê bi topan hatin bombebarankirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar