Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Gerîlayan dargirkerek ceza kir

Di çalakiyên tîmên me yên bi tevger de dagirkerek hate cezakirin, teleskopek hate îmhakirin û derb li konteynirekê hate xistin.

Daxuyaniya HPG’ê bi vê awayî ye:

“Di çalakiyên tîmên me yên bi tevger de dagirkerek hate cezakirin, teleskopek hate îmhakirin û derb li konteynirekê hate xistin.

Artêşa tirk ya dagirker çeperên berxwedanê yên gerîla 12 caran bi çekên kîmyewî, 7 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombe kir.

Agahiyên berfireh ên çalakiyan û êrîşan wiha ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

22’ê çileyê saet di 10:00 de li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê, teleskopeke ku dagirkeran li dora çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî gundê Sîdayê bi cih kiribûn, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hate îmhakirin.

22’ê çileyê saet di 15:00 de li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên nêzî gundê Sîdayê xistin.

22’ê çileyê saet di 16:40’î de li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê, tîmên me yên bi tevger ji nava komeke dagirkeran a nêzî qada Çemçoyê bi taybetî li dagirkerekî xistin û dagirker ceza kirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

22’ê çileyê saet di 21:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê, tîmên me yên bi tevger derb li konteynireke dagirkeran xistin.

Êrîşên artêşa tirk ya dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

22’ê çileyê li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê, çeperên berxwedanê yên gerîla yên li derdora qada Çemçoyê 12 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa tirk ya dagirker;

22’ê çileyê derdora Çemê Lolanê yê li Xakurkê, çeperên berxwedanê yên gerîla yên li qada Çemço ya nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê 7 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

22’ê çileyê Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî û çeperên berxwedanê yên gerîla yên li derdora qada Çemço ya nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar