Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Gerîlayan ji dagirkeran re gotin: Ev der Kurdistan e, ketin dibe, derketin nabe

Li qada Girê FM’ê di dema çalakiya dijî leşkerên tirk ên dagirker de ku bi pêşengiya fermandara YJA Starê Nalîn Firat hat kirin, gerîlayan ji dagirkeran re gotin “Ev der Kurdistan e, ketin dibe, derketin nabe.”

Li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ku ji 17’ê nîsana 2021’ê ve li Zapê û gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê tê kirin, gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bi rengekî bêhempa li ber xwe didin û bi çalakiyan bersivê didin. Yek ji van çalakiyan jî di şeva 27’ê gulana 2022’yan de hat lidarxistin.

Saet di 01:00 de li qada berxwedanê ya Girê FM ku li rojavayê herêma Zapê ye, dagirker bi çalakiya koordîneyî ya gerîla tarûmar bûn. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê du roj piştî çalakiyê daxuyanî da û diyar kir ku di vê çalakiyê de ku bi çekên ferdî hat lidarxistin yek jê bi paye 12 dagirker hatin cezakirin.

Çalakî bi pêşengiya Fermandara YJA Starê Nalîn Firat (Maşallah Kaynak) hat lidarxistin ku bi fedakarî û wêrekiyeke mezin hat kirin. Nalîn Firat ku sala 2015’an li dijî êrîşên dewleta tirk ên ji bo qirkirina kurdan ji Cizîrê tev li refên gerîla bû, di vê çalakiyê de şehîd bû.

Roja ku çalakî hat lidarxistin, şerê giran ê li qada berxwedanê ya Girê FM û teqandina fîşekên ronîkirinê ku leşkerên tirk ji tirsa ew fîşek teqandin, dîmenên wan bi kamerayê hatin kişandin. Yekîneya gerîla jî bi rêya cîhaza ragihandinê li ser çalakiyê agahî da hêzên din ên gerîla.

Gerîlayeke YJA Starê bi cîhaza ragihandinê qala çalakiyê kir û got, “Hûn zanin ku di dema çalakiyê de me çi got? Me got, ‘Ev der Kurdistan e, ketin dibe lê derketin nabe’. Di dewama axaftinê de ku coş û morala mezin a yekîneya çalakiyê aşkere dibû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar