Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Gerîlayan ji hewayê û erdê ve li leşkerên tirk da

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Garê li dijî artêşa tirk a dagirker çalakî kirin. Derbarê mijarê de  HPG'ê wiha got: “Artêşa tirk a dagirker bi hêrsa dijî komploya 15'ê Sibatê derbên karîger dixwe.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya agahiyên derheqê êrîşên dagirker ên li ser Garê û çalakiyan da.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hatin gotin:

“Agahiyên dawî yên derheqê operasyona li ser herêma Garê wiha ne:

11’ê Sibatê sibehê û nîvro hêzên me li dijî leşkerên tirk ên dagirker du çalakî kirine. Agahiyên berfireh ên van çalakiyan piştre dê werin parvekirin.

12’ê sibatê berê sibehê hêzên dagirker xwestin ku bi helîkoptêran bikevin qada Siyanê. Hêzên me ji nêz ve derb li van helîkoptêran dane. Ji ber vê helîkoptêr bêgav mane ku ji qadê dûr bikevin.

Operasyona li ser qada Siyanê ya herêma Garê 12’ê sibatê ber bi Çêlka, Kanî Orhan û geliyê Kafya ve hatiye berfirehkirin.

Artêşa tirk ku ji ezmanî û bejahî ve nekarî pêş ve biçe û her wiha nekarî leşkerên xwe yên li erdê biparêze êrîşên giran ên ezmanî tîne ser qada Garê. Bi vê çarçoveyê 12’ê sibatê saet 15:45’an 3 caran li qada Siyanê-Ergenê, 3 caran li rêzeçiyayên Garê, 3 caran li berpalên Girê Reşît, saet 16:00’an 2 caran li Girê Xêrê, saet 16:20’an 3 caran li gundê Yekmalê, saet 21:30’î 3 caran qada Deşta Kafya hatiye bombekirin. Tenê di nav 24 saetan de, herêma Garê ji hêla balafirên şer ve 18 caran hatiye bombekirin.

12’ê sibatê êvarkî dagirker xwestin ku bi ser xeta Siyanê û Çêlka ve bi pêş ve biçin, hêzên me ew kirin ber kontrolê li wan dan. Bi qasî ku zelal bûye yek dagirker hatiye cezakirin, ên din reviyane. Piştre dagirkerên ku hatine cezakirin bi helîkoptêrê ji qadê hatine rakirin.

12’ê sibatê saet 22:20’an dagirkeran xwestin ku bi 7 helîkoptêran bikevin qada Siyanê. Hêzên me piştî ku mudaxeleyî wan kirin bêgav man ku ji qadê dûr bikevin.

Hêzên me ku derbên karîger ji bejahiyê ve li artêşa tirk a dagirker dan, her wiha bi pêşengiya Hêzên Berevaniya Ezmanî ya Şehîd Delal ve jî li Garê li dijî dagirkeran çalakî hatiye kirin.

Hêzên Berevaniya Ezmanî yên Şehîd Delal 12’ê sibatê saet 14.30’an dagirkerên ku li herêma Siyanê bi cihbûne bi amûrên hewayî kirine hedef. 13’ê sibatê saet 09.45’an dagirkerên li Siyanê kirine hedef, dagirkerên ku bûne hedef derbên serkeftî li wan ketine. Di her du çalakiyan de çend dagirker hatine cezakirin tam zelal nebûye lê piştî çalakiyan dagirkerên mirî û birîndar bi helîkoptêrê ji qadên hatine derxistin.

Li gel êrîşên zêde yên hewayî yên dewleta tirk, teknîka şer, balafirên keşfê yên domdar û balafirên şer jî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi vîn û biryardariyeke mezin şer dike, di hêrsa li komploya 15’ê Sibatê derbên karîger li dagirkeran dide.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar