Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Gerîlayan li Avaşînê derbên giran li dagirkeran xist

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku li Avaşînê li dijî artêşa tirk a dagirker çalakiyên xurt hatine kirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê çalakiyên gerîlayan daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku hêzên gerîla li Avaşînê li dijî dagirkeran çalakiyên xurt kirine.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

29’ê îlonê saet di 18:30’î de li qada berxwedanê ya Werxelê hêzên me li dagirkeran xistin. Di vê çalakiyê de ku bi çekên giran hat kirin, hêzên me bi rengekî serketî li hedefên hatine diyarkirin, xistin.

3’ê cotmehê saet di 13:00 de li qada Girê Şehîd Mûnzûr a Mamreşo, hêzên me bi çekên giran li dagirkeran xistin. Di vê çalakiyê de bi rengekî serketî li hedefên hatine diyarkirin hat xistin.

3’ê cotmehê serê sibehê saet di 07:00 de li Werxelê, êvarê saet di 18:00 de li Mervanosê hêzên me 2 caran bi çekên giran li dagirkeran xistin. Di van her du çalakiyan de jî bi rengekî serketî li hedefên hatin diyarkirin hat xistin.

Ev çalakiyên ku ji aliyê hêzên me ve hatin kirin, ji bo silavkirina Berxwedêrên Werxelê hat kirin ku di nava şert û mercên herî giran de bi ruhê Apoyî yê xurt şer dikin.

Li herêma Avaşînê li qada berxwedanê ya Werxelê;

3’ê cotmehê danê êvarê artêşa tirk a dagirker 4 caran bi teqemeniyan bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barand û piştre xwest bi pêş ve biçe. Berxwedêrên me yên Werxelê dest li dagirkeran werdan û şerekî giran qewimî. Di encama berxwedana şervanên me yên Werxelê de dagirker nekarîn bi pêş ve biçin. Dagirkerên ku nekarîn berxwedana hêzên me bişikînin sibeha 4’ê cotmehê bi çekên giran bombardûman li Qada Berxwedanê kirin.

3’ê cotmehê saet di 13:15’an de li herêma Metînayê bi balafirên şer bombe li qada Serê Metînayê hat barandin. Heman rojê saet di navbera 15:00-23:00 de li nehiya Kanî Masî ya navçeya Amediyê, derdora gundên Kêste, Hirorê û qada Kela Qûmriyê ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obus û hawanan hatin bombekirin.

3’ê cotmehê saet di 13:30’î de li herêma Zapê qada Şehîd Şervan bi balafirên şer hat bombekirin. Ji ber êrîşê agir bi qadê ket û şewat hîn jî dewam dike.

3’ê cotmehê saet di navbera 23:00-00:00 de li herêma Avaşînê li qadên Mervanos û Tabûra Ereban helîkopter geriyan. Heman saetê qada Werxelê bi helîkopterên êrîşê hat bombekirin û serê sibehê jî ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obus û hawanan hat bombekirin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar