Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Gerîlayan li çiyayên azad salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kirin

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Garê 45’emîn salvegera PKK’ê bi merasîmeke bi heybet pîroz kirin. Ji Fermandarên HPG'ê Rojhat Mûş jî peyama "Em ê ti carî nehêlin ala PKK'ê bikeve erdê" da.

ANF Images

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Qada Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê 45’emîn salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi merasîmeke bi heybet pîroz kirin.Di merasîmê de ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin û piştre yek ji Fermandarên HPG’ê Rojhat Mûş axaftinek kir.

Mûş bibîr xist ku îro 45’emîn salvegera PKK’ê ye û got, “Em vê rojê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di encama kedeke mezin de PKK ava kir û mîmarê PKK’ê ye, pîroz dikin. Di şexsê Hakî Karer de hemû şehîdên ku di avakirina PKK’ê de kedeke mezin dan, salvegera damezrandina PKK’ê li şehîdan pîroz dikin. Salvegera damezrandina PKK’ê li gelê me yê bi PKK’ê re rabû ser piyan û heta roja îro li ber xwe dide, li dayikên şehîd û gerîlayan pîroz dikin.”

Fermandarê HPG’ê Mûş anî ziman ku PKK’ê heta niha li dijî siyaseta înkar û tunekirinê têkoşîneke bênavber û bêeman meşand û destnîşan kir ku bi îrade û sekna roja destpêkê gihîştiye vê astê.

Mûş got, “PKK nasname, hêvî û îradeya gelê kurd e” û destnîşan kir ku PKK wê her hebe. Mûş got, “Weke Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê eger em li çiyayên Kurdistanê bi şerekî mezin bi rengekî fedaî dimeşînin, ev yek bi saya şehîdên me ye. Eger hevrê Rojhat, Erdal li navenda Enqereyê çalakiyeke mezin dikin, ev yek bi saya ruhê ku Rêber Apo daye PKK’ê ye. Weke gerîlayên HPG û YJA Starê em careke din soz didin ku PKK wê her tim hebe, ala PKK’ê wê ti carî neyê xwarê.”

Pîrozbahiya gerîla bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bi can bi xwîn em te re ne ey Serok”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Partiya Karkerên Kurdistan” bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar