Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Gerîlayan li Rojhilat Newroz pîroz kirin

Li rojhilatê Kurdistanê gerîlayên YRK û HPJ’ê bi merasîmekê Newroza 2019’an pîroz kirin

Li rojhilatê Kurdistanê gerîlayên YRK û HPJ’ê bi merasîmekê Newroz pîroz kirin. Pîrozbahiya ku endamên fermandariya YRK û HPJ’ê jî tevlî bûn, bi merasîma leşkerî û rêzgirtinê dest pê kir.

Di merasîmê de ji fermandarên YRK’ê Şiyar Şevger axivî û Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan,  berxwedêrên grêvên birçîbûnê, tevahî gelê kurd û mirovahiyê pîroz kir.  Şevger diyar kir ku dê bi ruhê Newroza 2019’an têkoşîna xwe bilintir bikin û êrîşên dagirkeran têk bibin.  Şevger destnîşan kir ku ew wekî tevgera azadiyê di merheleyek girîng de derbas dibin û wiha dom kir: “Ev merheleya berxwedayînê ye. Vê berxwedaniyê li tevahî cihanê de deng vedaye. Bi bihara 2019’an re di nava gerîla de kelejanek mezin çêbûye.  Gerîla ji her demê zêdetir ji bo azadî û serkeftinê amade ye.  Wek hêzên rojhilatê Kurdistanê em ê jî di vê merheleyê de erka ku dikeve ser milê xwe heta dawiyê pêk bînin û dijminê xwînxwar têk bibin.”

Şevger balkişand ser êrîşên dewleta tirk û wiha axivî: “Dewleta dagirker dixwaze bi her awayî  li ser destkeftiyên me êrîşan pêk bîne. Çawa Kawayê Hesinkar li hember zilmê serî rakir û agirê Newrozê geş kir, her wiha di şexsê Mazlûman de ev bilind bû, îro jî di şexsê Leyla Guven û Zulkuf Gezenan de gihiştiye lûtkeyê. Gerîla tu carî nahêle agirê Newrozê vemire.”

Şiyar Şevger axaftina xwe bi van gotinan bidawî kir: “Gelê me yê Rojhilat gelekî berxwedê re. Tu carî li hemberî zilm û zordariyê serî netewandiye. Bi rihê Newrozan dê careke din  li dijî zordariyê serî rake. Ewê careke din bi sedan Kawa, Mazlum, Leyla û Zulkufan biafirînin. Li ser vî esasê em soz didin ku wek hêzên Rojhilatê Kurdistanê her tim li dijî dagirkeriyê şer bikin û nehêlin agirê Newrozê vemire.” Piştî merasîma leşkerî gerîlayan bi muzîk, dîlan û skêcan pîrozbahîya Newrozê domand. SILÊMANÎ

Çavkanî: Rojnews

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar