Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Gerîlayan li Serhedê li qereqolê xist 2 leşker mirin

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li dijî qereqola Vedat Ozkaya ya girêdayî Bazîdê çalakiyeke bi koordîneyî lidar xist. Di çalakiyê de hat tespîtkirin ku 2 leşkerên dagirker hatine cezakirin. Çeperek, mobesseyek û radarek hatin îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa tirk a dagirker ev agahî dan:

“Li herêma Serhedê;

26’ê cotmehê di saet 22.30’an de li dijî qereqola Vedat Ozkaya ya girêdayî Bazîdê bi taktîka gerîla ya bi koordîneyî, çalakî hat lidarxistin. Baskê yekem ê çalakiyê; bi taktîka sekvaniyê li dagirkerên ku di kuleyê de nobet digirtin, xist û dagirkerek hat cezakirin. Baskê duyem ê çalakiyê; li çeper, kameraya mobesse û radarê xist û îmha kirin. Di heman demê de di nava qereqolê de teqînek mezin çêbû. Lê hejmara dagirkerên ku di hundir de hatine cezakirin û birîndar bûne, nehat zelalkirin. Dagirkeran saetek û nîv piştî çalakiyê, bi helîkopterê mirî û birîndarên xwe rakirin. Di vê çalakiyê de hat zelalkirin ku bi giştî 2 dagirker hatine cezakirin û çeperek, kamereyek mobesse û radarek hatine îmhakirin.

Herêma Zapê;

27’ê cotmehê di saet 18.30’an de bi çekên ferdî li kameraya mobesse ya ayîdê dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê hate xistin û hate îmhakirin.

28’ê cotmehê di saet 06.40’an de bi çekên ferdî li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.

Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

27’ê cotmehê di saet 13.20, 13.35 û 14.30’an de bi çekên giran li dagirkerên ku hewl didan li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi cih bibin, hate xistin û derb li 3 çeperan hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hat lidarxistin.

27’ê cotmehê di saet 15.00’an de bi taktîka sekvaniyê li radarek a ayîdê dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin û hate îmhakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hat lidarxistin.

Herêma Metîna;

23’ê cotmehê di saet 14.40’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê hate xistin.

Êrîşên ku artêşa dewleta tirk bi teqemeniyên qedexe, gazên kîmyewî û dronên bombebarkirî pêk anîn;

27’ê cotmehê carekê bi bombeyan li çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Sîda ya li herêma Zapê hat xistin.

27’ê cotmehê çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Girê Çarçel a li herêma Mêtînayê carekê bi drona bombebarkirî û çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Girê Ortê jî 11 caran bi gazên kîmyewî û teqemeniyên qedexe hatin bombekirin.

27’ê cotmehê çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl carek bi teqemeniyan, carek jî bi dronên bombebarkirî hatin bombekirin.

Êrîşên ku artêşa dewleta tirk a dagirker pêk anîn;

27’ê cotmehê bi helîkopterên êrîşê bi bombeyan li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Metînayê hat xistin.

Bi topan li herêmên Zap, Rojavayê Zapê yê Şehîd Delîl, Metîna, Xakurkê û Barzanê hat xistin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar