Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Gerîlayan li Şirnexê çalakî pêk anî

Gerîlayên HPG û YJA-Starê li dijî leşkerên artêşa tirk a dagirker rêzeçalakî lidarxistin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê agahiyên têkildarî çalakiyan bi raya giştî re parve kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-BİM) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di çalakiya li dijî leşkerên tirk ên li herêma Tepê Xwedê yê herêma Avaşînê bicih bûbûn de gelek leşker hatine kuştin û birîndar bûne. HPG’ê ragihand ku li herêmên Besta û Qilebanê yên Şirnexê gerîlayan rêzeçalakî lidarxistine.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt anî ziman: “Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me yên YJA-Starê di roja 5’ê tîrmehê saet 12:30’an de li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ku li Tepê Xwedê yê herêma Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê bicih bûbûn çalakiyak lidarxist. Di çalakiyê de bi serketî li çeper û baregehên dijmin hate xistin, hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate testpîtkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker herêm bombe kir û di encamê de şewat derket.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de HPG’ê ev agahî par ve kir: “Di roja 6’ê tîrmehê saet 09:30’an de hêzên me li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ku li Girê Yekmalê ya navçeya Qileban a Şirnexê bicih bûbûn çalakiyek lidarxist. Di çalakiyê de li çeperên dijmin ên li gir hate xistin, hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate testpîtkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagiker bi topên hawan û obusan herêm bombe kir. Di encama bombebaranê de li herêmê şewat derket. Di roja 7’ê tîrmehê (îro) saet 05:30’an de hêzên me yên YJA-Starê di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever ku li Botanê didome de, li dijî leşkerên li herêma Deriyê Beroj a herêma Şehrîban li herêma Besta a Şirnexê çalakiya sekvanî lidarxist. Di çalakiyê de leşkerek hat kuştin.”

Êrîşên hewayî

Derbarê êrîşên hewayî yên artêşa tirk de jî HPG’ê ev daxuyanî da: “Balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker di roja 5’ê tîrmehê saet 21:00’an de bombe li herêma Saca ya herêma Zê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Di vê bombebaranê de tu windahiyekî yê hêzên me çênebûn lê zirareke mezin gihişte bax û baxçeyên welatiyên sivîl. Dîsan di roja 6’ê tîrmehê saet 22:30’an de balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker bombe li Tepê Cûdî yê herêma Gundê Fila ya herêma Zê barandin. Di vê bombeberanê de ti windahiyekî hêzên me çênebûn.” BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar