Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Gerîlayan li Xakurkê Bagok û Bazîdê çalakî li dar xistin

Gerîlayên HPG/YJA-Starê li Bagokê çalakiya sabotajê li dar xistin, li Bazîdê jî li qereqola Tepêrêz dan

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya artêşa tirk daxuyaniyek nivîskî weşand. HPG’ê destnîşan kir ku gerîlayên wan yên HPG/YJA-Starê li Bagokê çalakiya sabotajê li dar xistine û li Bazîdê jî li qereqola Tepêrêz dane.

Têkildarî çalakyan HPG’ê ev tişt ragihan: “Hêzên me di çarçoweya Pêngava Şoregşerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, di 13’ê îlonê saet 18.00’an de li dijî kepçeyeke artêşa TC’ê ya dagirker ku ber bi Girê Lêlîkan yê herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê ve diçû çalakiya sabotajê lidarxist. Di çalakiyê de kepçe bi temamî hate rûxandin û leşkerek hate kuştin. Piştî çalakiyê balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker bêserûber herêm bombebaran kir. Yekîneya me ya çalakî li dar xistî bi silametî gihişte baregeha xwe.”

HPG’ê derbarê çalakiya li Bazîdê jî ev agahî da: “Hêzên me yên YJA-Starê bi çarçoweya Pêngava Serfirazî ya Şoreşê ku li Eyaleta Serhedê  di roja 14’ê îlonê li dijî qereqola Tepêrêz yê navçeya Bazid a Agiriyê çalakiyek lidarxist. Ji du baskan ve qereqola dijmin hate hedef kirin û di çalakiyê de leşkerek hate kuştin.”

Daxuyaniya HPG’ê wiha didome: “Di roja 8’ê tebaxê de artêşa TC’ê ya dagirker li herêma Şehîd Axîn ya li herêma başûrê Mûşê yê girêdayî Eyaleta Amedê operasyonek da destpêkirin. Heman rojê balafirên şer navbera saet 13.30 û 14.30’an de, saet 16.00’an ji helîkopteran herêm bombebaran kirin. Di roja 9’ê îlonê de artêşa TC’ê ya dagirker bi wesayîtên zirxî li herêmê xebatên lêgerinê dane meşandin. Di roja 11’ê îlonê navbera saet 17.00 û 19.30’an de balafirên şer ên dagirkeran û helîkopteran dîsan herêm bombebaran kirin. Piştî bombebarana di 12’ê îlonê de ya bi helîkopteran, bi helîkopterên Skorsky artêşa TC’ê leşker danîn herêmê. Dagirkerên ku heman rojê li eraziyê xebatên lêgerinê kirin saet di 17.00’an de ji herêmê vekişiyan. Di vê operasyonê de 2 hevrêyên me şehîd bûn. Agahiyên têkildarî nasnameyên hevrêyên me yên şehîd ew ê piştre bi raya giştî re werin parve kirin.”

HPG’ê wiha dirêjî da daxuyaniya xwe: “Di roja 28’ê tebaxê hêzên me li herêma Navsera Bagok ya herêma Bagok a Mêrdinê li dijî yekîneyeke operasyonê ya artêşa TC’ê ya dagirker çalakiya sabotajê lidarxist. Di vê çalakiyê de kuştî û birîndarên dijmin çêbûne lê hejmar nehate tespîtkirin. Yekîneya me ya çalakî lidarxistî bi silametî gihişte baregeha xwe.”

HPG’ê li ser daxuyaniyeke ku rojên borî dabû de jî ev agahî da: “Di daxuyaniya xwe de ya 14’ê Îlonê me gotibû 9’ê Îlonê artêşa TC’ê ya dagirker li Pîranê ya  Amedê, li qada Deşta Gorsê operasyoek kiribû û 2 hevalên me şehîd bûbûn. Agahiyên nasnameyê yên hevalên me yên şehîd wiha ne: Mûsa Gokturk (Çekdar Mûş), cihê jidayikbûnê: Mûş, navê dê û bav: Îkram – Mehmet, cih û demê şehadetê: Amed / 10’ê îlona 2019’an. Rojhat Amed (Mizgîn Harman),  cihê jidayikbûnê: Amed, navê dê û bav: Sûna – Şahabettîn, cih û dema şehadetê: Amed / 10’ê îlona 2019’an. Hevrêyên me Çekdar û Rojhat ji bo ku mudaheleyî şerê qirkirinê yê dewleta TC’ê ya dgirker a li ser gelê Kurd bikin 2014’an tevlî Tevgera Azadiyê bûne. Hevrê Çekdar û Rojhat  ku ji nirxên ku têkoşîna PKK’ê afirandiye karîger bûne, ji wexta ku tevlî nav refên gerîla dibin û pê ve bi daxwaz û coşî tevlî nav kar û xebatan dibin. Hevrêyên me yên ku bi pûtepêdanî nêzîkatî kirin, peywir û berpirsyariyên xwe herî baş bi cih anîne. Hevrêyên me Çekdar û Rojhat ku li dijî faşîzma AKP-MHP’ê li eniya pêş şer kirin, bi giyanê êrîşê yên gerîla û bi şêwaz û taktîkê kedeke mezin dane berxwedana azadiyê. Di nav şer de ya li dijî hewldana dagirkirinê ya dijmin, hevrêyên me yên ku ji bo azadiya gelê me şer kirine, heta hilma xwe ya dawî bûne nûnerên giyanê şoreşger. Di serî de malbatên hevrêyên me yên şehîd Çekdar û Rojhat, em sersaxiyê didine gelê Kurdistanê yê welatparêz û em sond dixwin heta ku em îdeala şehîdên xwe Kurdistana azad ava bikin, têkoşîna xwe bi rengekî bêhempa bidomînin.”BEHDÎNAN

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar