Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Gerîlayan li Zapê 2 dagirkerên tirk ceza kirin

HPG'ê daxuyand ku di çalakiyên hêzên gerîlayan yên li Zapê 2 dagirkerên tirk ên dagirker hatin cezakirin, yek jî birîndar bû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê encamên çalakiyên gerîlayên azadiyê aşkere kir.  HPG’ê ragihand ku li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê hêzên gerîla li dijî dagirkeran çalakî lidar xistin.

Li gorî daxuyaniyê, agahiyên li ser çalakiyan û êrîşên dewleta tirk a dagirker bi vî rengî ne:

“Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

12’ê îlonê saet di 08:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

12’ê îlonê saet di 13:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

13’ê îlonê saet di 07:40’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Dagirkerek hate cezakirin.

14’ê îlonê saet di 11:10’and e li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê li hemberî dagirkerên ku hewl didan bi teqemeniyan tunelên me yên şer bombe bike, bi sabotajê çalakî hate kirin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.

Li Herêma Xakurkê;

11’ê îlonê saet di 09:55’an de li Girê Şehîd Hêmin bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

Êrîşên artêşa dewleta tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

12, 13 û 14’ê îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê tunelên me 6 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

13’ê îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê tunelên me 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

14’ê îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tunelên me carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa dewleta tirk a dagirker;

12, 13 û 14’ê îlonê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Sinînê, Berbizinê, Qele û Şehîd Şerîf 8 caran, li Herêma Garê qadên Yekmalê, Dêreşê, Kanî Sarkê, Zengilê, Kafya, Meyrokê, Çemrobotkî, Girê 14 caran, li Herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Şêlazê 2 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê carekê; bi giştî 25 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

12, 13 û 14’ê îlonê li Herêma Xakurkê Qada Berxwedanê ya Lolanê 2 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna û Bêşîlî 5 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê FM’ê 4 caran; bi giştî 11 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar