Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Gerîlayan li Zapê dagirkerekî tirk ceza kirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyand ku li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê di encama çalakiyeke sekvaniyê de dagirkerek hat cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayên azadiyê de daxuyanî da. HPG’ê ragihandin ku dagirkerek hate cezakirin û dewleta Tirk a dagirker jî di navbera 3 û 5’ê cotmehê de li hemberî gerîla herî kêm 13 caran bi teqemeniyên qedexekirî û 30 caran bi balafirê şer, 45 caran jî bi helîkopterên êrîşê bombardûman kiriye.

Daxuyaniyê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Li herêma Şehîd Delîl a rojavayê Zapê;

3’yê cotmehê di 10:30 û 11:13’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi çekên giran dest li kepçeyên dagirkeran hate werdan ku bi armanca leşkerî hewl didan rê çêbikin. Di encama çalakiyên hêzên me yên YJA Starê de liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

4’ê cotmehê saet di 00:25’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

4’ê cotmehê saet di 14:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin ku hewl didan bikevin çeperê. Piştî vê çalakiyê liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

Li herêma Cûdî;

26’ê îlonê saet di 10:00 de hêzên me yên li Heftanînê bi çekên giran li qereqola Silîp a li herêma Cûdî xistin.

4’ê cotmehê saet di 16:00 de hêzên me yên YJA Starê yên li Heftanînê bi çekên giran li qereqola Silîpê ya li herêma Cûdî xistin. Roketeke li kamelyaya dagirkeran ket, lê belê hejmara dagirkerên hatin cezakirin nehate zelalkirin.

Êrîşên artêşa dewleta tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

3’yê cotmehê li herêma Metînayê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê 2 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

3 û 5’ê cotmehê li herêma Şehîd Delîl a rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

4 û 5’ê cotmehê li herêma Şehîd Delîl a rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 7 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

4 û 5’ê cotmehê li herêma Şehîd Delîl a rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa dewleta tirk a dagirker;

3, 4 û 5’ê cotmehê li herêma Garê qadên Sêdarê, Deşta Kafya, Deriyê Hirçê, Sipîndarê, Sîserê 15 caran, li herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna û Bêşîlî 4 caran, li herêma Şehîd Delîl a rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî; Girê Bahar û Girê FM’ê 5 caran, li herêma Qendîlê Qada Girê Savaş 2 caran, li herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Şehîd Şerîf, Xinêreya Jor, Berbizinê 4 caran; bi gişrtî 30 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

3, 4 û 5’ê cotmehê li herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Lolan, Girê Şekîf û Sinînê 5 caran, li herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Bêşîlî, Serê Metîna û Golkayê 23 caran, li herêma Şehîd Delîl a rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yê Girê Bahar, Girê Amediyê 18 caran; bi giştî 46 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar