Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cuma - 13 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Gerîlayan azadiyê ji hewa û ji erdê derbên giran li dagirkerên tirk xistin

Çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bênavber didomin. Di çalakiyan de wesayiteke leşkerî û 3 droneyên dagirkerên tirk hatin îmhakirin. Yekîneya Şehîd Dogan Zinar li Zapê 2 caran ji hewayê li artêşa tirk a dagirker xist. Di çalakiyê de leşkerekî tirk ê dagirker hate cezakirin, 3 çeper û mobesseyek hatin îmhakirin, derb li 4 konan hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa tirk a dagirker daxuyaniyek da.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Yekîneya me ya Şehîd Dogan Zinar di navbera 18 û 24’ê Tebaxê de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi amûrên hewayî li baragehên dagirkeran xist. Li Girê Amediyê û Qada Berxwedanê ya Girê Baharê 2 caran ji hewayê li dagirkeran hate xistin. Di encama van çalakiyan de bi qasî ku me zelal kir dagirkerek hate cezakirin, dagirkerek birîndar bû, 3 çeper û kamerayeke mobesse hatin îmhakirin, derb li 4 konan hate xistin.

Çalakiyên Hewayî yên Yekîneya Şehîd Axîn Mûş;

26’ê tebaxê saet di 12:47’an de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, li Qada Girê Amediyê li dijî dagirkeran Yekîneya Me ya Şehîd Axîn Mûş çalakiya hewayî kir. Di encama vê çalakiyê de wesayiteke leşkerî ya bi tîpa Toyota hate îmhakirin û dagirkerek birîndar bû.

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

24’ê tebaxê saet di 06:50’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li dijî dagirkerên ku ber bi tunelên me yên şer ve dihatin, bi çekên nîv otomatîk destwerdan hate kirin. Saet di 09:15’an de teqemeniyên dagirkeran hate desteserkirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hat kirin.

25’ê tebaxê saet di 05:45’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên ferdî droneyek hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hat kirin.

24’ê tebaxê saet di 13:10’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, derb li çeperekê hat xistin.

24’ê tebaxê saet di 16:20’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sekvaniyê li dagirkeran hat xistin û dagirkerek birîndar bû. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hat kirin.

26’ê tebaxê saet di 12:20’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hat xistin.

26’ê tebaxê saet di 15:20’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Derb li çeperekê hat xistin.

26’ê tebaxê saet di 13:15’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar droneyeke bi teqemeniyan a dagirkeran bi çekên ferdî hate xistin. Tuneleke din a bi teqemeniyan barkirî ku ji bo li dijî tunelên me yên şer bêne bikaranîn hatibû amadekirin, li hewayê hate bêbandorkirin, hate xistin û teqemeniya li ser hat desteserkirin.

Êrîşên artêşa dewleta tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

24 û 26’ê tebaxê li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê tunelên me 6 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

24’ê tebaxê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa dewleta tirk a dagirker;

24, 25 û 26’ê tebaxê li Herêma Xakurkê qada Meskenê carekê, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 4 caran, li Herêma Qendîlê qada Sinê carekê, li Herêma Garê Deşta Kafya, Girê Kun 3 caran, li Herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê carekê; bi giştî 10 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

25’ê tebaxê li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna, Dergelê û Bêşîlî bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar