Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Gerîlayê YRK’ê bang li ciwanan kir

Gerîlayê YRK’ê Rêwar Melîkşah destnîşan kir ku pêwîst e gelê kurd li hemberî polîtîkayên parçekirin û dagirkirina hezên herêmê hişyar bin, bibin xwedî helwest û bang li ciwanan kir ku li hember polîtîkayên dijmin serî rakin

Gerîlayê Yekîneyên Rizgariya Rojhilatê Kudistanê (YRK) têkildarî nasîna xwe ya tevgera azadiyê û bandora ku li ser kiriye, di heman demê de êrîşên dagirkeran li ser gelên herêmê û bi taybet li ser gelên kurd û pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ ji Ajansa ANF’ê re nirxand.

Gerîla Rêwar Melîkşah ku bi esilê xwe Kelhor a Îlamiyê ye diyar kir ku ji ber ew ji malbatekî welatparêze û ji malbata wî beşdarbûnên nava tevgera azadiyê pir in, naskirinekî wî ji zaroktî ve bi tevgera Azadiyê heye.

Bandora têkoşîna PJAK’ê

Her wiha ji ber ku hevalên Rêwar û kesên derdora wî her dem behsa PJAK’ê û têkoşîna ku ji bo kurdiyetê kirine, bandorek mezin li ser wî çêbûye. Têkildarî vê mijarê jî ev tişt anî ziman: “Ji zaroktî ve gerîla bala min kişandibû û ji derdora xwe bandor bibûm. Lê piştî şehadeta hevrê Şahan Melîkşahî min biryara xwe da ku beşdarî nava refên azadiyê bibim û tola hemû şehîdên Kurdistanê rakim û çeka şehîdan li erdê nehêlim. Hêvîdar im layiqê wan şehîdan bim ku bikaribim bi ser bilindî çeka şehîdan bilind bikim û rizgariya Kurdistanê bi çavên xwe bibînim.”

Dagirkeriya li ser Kurdistanê

Gerîla Melîkşah bal kişand ser dagirkeriya li ser Kurdistanê û wiha pêde çû: “Kurdistan hatiye dagirkirin. Çi dewleta heyî hêza xwe derxistiye û li dijî Kurdistanê û gelê wê û berxwedêrên wê bikar tînin. Em jî wekî gerîlayên azadiya Kurdistanê bersiv didin û nahêlin ku ew dagirkeran, dagirkeriya xwe li ser Kurdistanê berfireh bikin. Em nahêlin ku gelê me li jêr desthilatdariya wan bimînîn. Daxwaza me ew e ku gelê me xwe bi xwe birêve bibe û dagirkeriyê qebûl nekin. Em jî dixwazin ku gelê me wekî me li hember dagirkeriyê bisekine. Em dizanin ku gelê me jî azadiya Kurdistanê di astekê herî jor de dixwaze, ji bo wê jî pêwîst e têbikoşin.”

Pêwîst be gelê me li hember dijminê xwe hişyar be

Gerîlayê YRK’ê Rêwar Melîkşah destnîşan kir ku hêzen dagirker li Kurdistanê her cûre êrîşan bikar tinin da ku bikaribin Kurdistanê dagir bikin û ev nirxandin kir: “Dewletên dagirker Îran, Sûriye, Tirkiye û Iraq û ew dewletên ku destek didin wan, armancên wan ew bû ku Kurdistanê parçe parçe bikin, tiştekî bi navê Kurdistanê li holê nehêlin. Pêwîst e gelê me fêm bike ku ev dijmin dixwaze çi bike? Dagirkeran hemû serwet û bereketa axa me ji xwe re girtiye û gelê me di bin feqîrtiyê û hejartiyê de hiştiye. Daristanên me li her beşê Kurdistanê dişewîtînîn, talan dikin û gelê me rojanê qetil dikin. Em îro li vir dijberê van hemû hezên dagirker, têdikoşin û em ê her têbikoşin. Em ê nehêlin ku tu carê hêzen dagirker bigihêjin armacên xwe. Lê pêwîst e gelê me jî li hemberî dijminê xwe hişyar be daku fêm bikin ku çi dijminatiyê li ser me dike.”

Pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’

Di axaftina xwe de Melîkşah bal kişand ser pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin û wiha domand: “Ji bo azadiya Rojhilata Navîn û bi taybet ya Kurdistanê, felsefeyek derket. Ew felsefe jî ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo ve hat pêşxistin. Lê mixabin em dibînin ku dewletên dagirker ji bo ev felsefe belavî cîhanê nebe, serî li her rê û rêbazan didin. Ji bo pêşiya vê felsefê bigirin tecrîdek mutlaq li ser Rêber Apo didin meşandin. Pêwîst e em wekî kurdek û wekî mirovekî ku li Rojhilata Navîn dijî, vê felsefa ku ji bo kurd û Kurdistanê û ji bo azadiya hemû netewan hatiye pêşxistin, ji nava zindanan derxînin û li giştî cîhanê belav bikin. Pêwîst e gelê Îlam û giştî ciwan serî hildin û têbikoşin ku ji bo azadiya Kurdistanê û Serok Apo bibin bersivek li hember dagirkeran.”

Siyaseta Îranê ya li ser ciwanên kurd

Gerîlayê YRK’ê da xuyakirin ku pêwîst e gelê kurd li hemberî polîtîkayên parçekirin û dagirkirina hezên herêmê hîşyar bin û xwediye helwest bin û wiha domand: “Îro hemû sermaya Kurdistanê di bin destê dagirkeran de ye, lê gelê kurd birçî ye û ciwanên wan jî bêkar in. Ev yek li her devere Kurdistanê tê kirin. Lê Îran di vî mijarê de taybet kar dike. Tevî ku neftê herî zêde li rojhilatê Kurdistanê ye lê mixabin ciwanên kurd ji ber xizaniye dinalin û her roj li ser sînoran ji ber kolbertiye dikin tên kuştin. Ji bo ciwan serî ranekin rejîma Îranê bi madeyên hişber ciwanan pûç dike. Rejîm dibêje; ‘Meşrûb vexwin, dizî bikin û her tiştî bikin, lê bi siyasetê re mijûl nebin.’ Gelo çima em nebin siyasetmedar? Çima em nizanibin dîroka me çi ye? Çima em nizanibin kî dijminê me ye û kî dostê me ye? Rejîma Îranê dixwaze me ji rastiya me dûr bixe. Şerê xwe yê teybet li ser Îlam û Kirmaşanê pir zêde kûr kiriye û dixwaze ji rojhilatê Kurdistanê cuda bike û wekî faris bide nîşandan. Pêwîst e gelên Îlamê li hemberê wê dagirkeriyê bersivek dide. Gelê Îlam bi kurdbûna xwe tê naskirin, bi biratiya xwe tê naskirin. Lê belê dagirkerî ewqas pê lîstiye û sîstema xwe li ser meşandiye gel gihîştiyê wê astê, êdî rastî û derewan ji hevdu dernaxîn. Pêwîst e gelê Îlam bizanibin ku soran, kurmanc, kelhor tev yek in û em hemû kurd in.”

Bang

Herî dawî gerîla Melîkşah bang li hemû gelên herêmê kir ku dagirkeriya heyî qebûl nekin û serî li hemberî van hêzen dagirker rakin û wiha bi dawî kir: “Pêwîst e gelê kurd, belûc û faris li hemberî vê dagirkeriyê bisekinin û deshilatdariya li ser gelan tê meşandin qebûl nekin û li hemberê van êrîşan bibin yek.” ŞAHO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar