Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Gerîlayên Azadiyê 3 dagirkerên tirk ceza kirin

Gerîlayên HPG û YJA Starê li herêma Zapê 3 leşkerên tirk ên dagirker ceza kirin û derb li 6 çeperan xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa tirk a dagirker daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

11’ê mijdarê saet di 08:00 û 10:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li çepereke dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

11’ê mijdarê saet di 14:00, 14:30 û 16:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkrean hate xistin. Derbe li 2 çeperan hate xistin.

11’ê mijdarê saet di 23:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hêzên me dest li liv û tevgera helîkopteran werdan.

12’ê mijdarê saet di 06:25’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi rêbaza sûîqestê li dagirkeran hate xistin. Dagirkerek hate cezakirin.

12’ê mijdarê saet di 09:30’î û 15:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran dest li dagirkeran werdan û liv û tevgera dagirkeran rawestandin.

12’ê mijdarê saet di 12:50, 13:10, 13:20, 14:55 û 15:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran û nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Derb li 3 çeperan hate xistin.

11’ê mijdarê saet di 15:50’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi rêbaza sûîqestê li dagirkeran hate xistin. Dagirkerek hate cezakirin.

12’ê mijdarê saet di 20:20’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi rêbaza sûîqestê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin.

Li Herêma Metînayê;

10’ê mijdarê saet di 12:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê bi rêbaza sabotajê li dagirkeran hate xistin.

11’ê mijdarê saet di 09:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê hêzên me yên YJA Starê bi rêbaza sabotajê dest li dagirkeran werdan.

Êrîşên artêşa tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî, gazên kîmyewî û droneyên bombebarkirî;

11’ê mijdarê li herêma Zapê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

11 û 12’ê mijdarê li herêma Metînayê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê 8 caran bi droneyên bombebarkirî û carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

12 û 13’ê mijdarê li herêma Metînayê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê 9 caran bi çekên kîmyewî û 11 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

11 û 12’e Mijdarê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya li Girê Cûdî 8 caran bi droneyên bombebarkirî û carekê jî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

11 û 12’ê mijdarê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê carekê bi droneyên bi teqemeniyên qedexekirî, 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî û carekê jî bi gazên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa tirk a dagirker;

11, 12 û 13’ê mijdarê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl qada berxwedanê ya Girê Bahar 5 caran, li herêma Xakurkê qadên Sinînê, Lolan û Şehîd Şerîf 5 caran, li herêma Garê qada Deşta Kafya 2 caran, li herêma Metînayê qada Şêlazê carekê; bi giştî 13 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

11’ê mijdarê Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna, Xakurkê û Barzan bi helîkopteran hatin bombekirin.

Herêmên Zap, rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar