Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Gerîlayên azadiyê 4 dagirkerên tirk ceza kirin

HPG’ê daxuyand ku gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê li hemberî leşkerên tikr ên dagirker çalakî li dar xistine û got ku di çalakiyên li Metînayê 4 dagirkerçn hatin cezakirin, 3 jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayên azadiyê de agahî da. HPG’ê ragihand ku gerîlayên azadiyê di 2 û 3’yê hezîranê de ji Zapê heta Metînayê li hemberî leşkerên tirk ên dagirker çalakî li darxistine û derbên giran li dagirkeran xistin. Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê  wiha ye:

“Li Herêma Metînayê;

2’yê hezîranê saet di 08:00, 09:00 û 16:00 de li qada Mîskayê li dagirkeran hate xistin ku hewl didan daran bibirin û bikevin çeperê.

3’yê hezîranê saet di 16:40’î de li qada Mîskayê bi çekên nîv otomatîk li du komên dagirkeran hate xistin. Di encama vê çalakiyê de 4 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker jî birîndar bûn. Dagirkeran mirî û birîndarên xwe saet di 17:20’î de bi helîkopteran ji qadê birin.

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

2’yê hezîranê saet di 12:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê li dijî dagirkerên ku hewl didan çekên kîmyewî bi kar bînin bi çekên nîv otomatîk çalakî hate kirin.

2’yê hezîranê saet di 14:20 û 15:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin.

3’yê hezîranê saet di 09:50’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Piştî vê çalakiyê dagirkeran bi astekê xwe vekişandin.

2’yê hezîranê saet di 08:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin.

Êrîşên artêşa dewleta tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

2 û 3’yê hezîranê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê 27 caran bi gazên kîmyewî yên bi jehr hatin bombekirin.

2 û 3’yê hezîranê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 7 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa dewleta tirk a dagirker;

2 û 3’yê hezîranê li herêma Xakurkê qadên Kolît, Lolanê 2 caran, li herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Bazê, Bêşîlî, Dergelê û Serê Metîna 12 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Baharê 2 caran; bi giştî 16 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

2’yê hezîranê li herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Girê Ortê bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar