PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Pazar - 24 Kasım 2024

Gerîlayên azadiyê 4 leşkerên tirk ên dagirker ceza kirin

HPG’ê daxuyand ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanêdi çalakiyê Metînayê de 4 leşkerên tirk ên dagirker hatin cezakirin, 3 jî birîndar bûn. Dagirkerên ku derb ji hêzên gerîla xwarin, 12 caran bi çekên kîmyewî êrîş kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayên azadiyê yên li hemberî lekîerên dagirker ên tirk de daxuyanî da. Daxuyaniya HPG’ê wihaye:

“Li herêma Zapê ku sê sal in berxwedaneke destanî û dîrokî lê heye, artêşa Tirk a dagirker a ku nikare li hemberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bisekine, van sê rojên dawî li ser tunelên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê çekên kîmyewî bi rengekî giran bi kar tîne. Li hemberî vê êrîşa li dijî mirovahiyê ya artêşa tirk a dagirker ku sûcdarê şer e, hêzên me bênavber li ber xwe didin. Tu ji êrîşên artêşa tirk a dagirker wê nikaribe îradeya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bişikîne ku xwe bi ruhê fedaî yê Apoyî xemilandine.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi vî rengî ne:

Li Herêma Metînayê;

11’ê gulanê serê sibehê li Qada Berxwedanê ya Golkayê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Di vê çalakiyê de ku hêzên me yên YJA Starê kirin, 3 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn.

11’ê gulanê danê nîvro li Qada Berxwedanê ya Golkayê bi çekên ferdî û nîv otomatîk li dagirkeran hat xistin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.

11’ê gulanê saet di 16:00 de li Qada Berxwedanê ya Golkayê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hat xistin. Di heman demê de derb li kepçeyeke dagirkeran hate xistin ku hewl dida rê çêbike.

Êrîşên artêşa dewleta tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

12’ê gulanê saet ji 23:00 heta 13’ê Gulanê saet 04:00 li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li ser tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê 12 caran gazên kîmyewî yên bi jehr hatin bikaranîn.

Êrîşên artêşa dewleta tirk a dagirker;

12’ê gulanê li herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Bêşîlî û Dergelê 2 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar