Em di rizgariya jinê de rizgariya zilam û welat dibînin

Pirsgirêka jinê pirsgirêkeke ku her rojekê derbas dibe di cîhanê de her diçe derdikeve pêş. Em partiyek in ku bi şoreşa Kurdistanê ve armanc...

Li ser Iraqê û Hewlêrê, rakêşa Tirkiye û Îranê

Ji alîkî ve Tirkiye, ji aliyê din ve Îran, li ser Iraqê û Başûr di nava hewldanên pir xerab de ne. Her du dewlet jî,...

Em di rizgariya jinê de rizgariya zilam û welat dibînin

Pirsgirêka jinê pirsgirêkeke ku her rojekê derbas dibe di cîhanê de her diçe derdikeve pêş. Em partiyek in ku bi şoreşa Kurdistanê ve armanc...

Li ser Iraqê û Hewlêrê, rakêşa Tirkiye û Îranê

Ji alîkî ve Tirkiye, ji aliyê din ve Îran, li ser Iraqê û Başûr di nava hewldanên pir xerab de ne. Her du dewlet jî,...
Pazartesi - 16 Eylül 2024

Em di rizgariya jinê de rizgariya zilam û welat dibînin

Pirsgirêka jinê pirsgirêkeke ku her rojekê derbas dibe di cîhanê de her diçe derdikeve pêş. Em partiyek in ku bi şoreşa Kurdistanê ve armanc...

Li ser Iraqê û Hewlêrê, rakêşa Tirkiye û Îranê

Ji alîkî ve Tirkiye, ji aliyê din ve Îran, li ser Iraqê û Başûr di nava hewldanên pir xerab de ne. Her du dewlet jî,...

Gerîlayên azadiyê di meha tebaxê de 56 dagirker ceza kirin

HPG'ê bîlançoya şer a meha tebaxê ji raya giştî re aşkere kir. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji hewayî û bejahî ve 152 çalakî kirin û di encamê de 56 dagirkerên tirk ceza kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bîlançoya şer a meha tebaxê bi daxuyaniyekê ji raya giştî re aşkere kir. HPG’ê daxuyand ku gerîlayên azadiyê ji hewa û erdê 152 çalakî kirine û derbên giran li dagirkerên tirk xistine. Daxuyanî HPG’ê wiha ye:

“Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku li ser şopa fermandar Egîd (Mahsûm Korkmaz) dimeşin, sala 40’î ya têkoşîna xwe ya destanî temam kirin û ketin sala têkoşînê ya 41’emîn. 40 salan bênavber parastina rewa ya gelê kurd kirin, têkoşîna azadiyê ya çekdarî meşandin, li dijî hemû êrîş, konseptên tasfiyekirinê û planên qirkirinê li ser piyan man, hêviya serketinê ya gelê me yê bindest zindî hişt ku ev yek tena serê xwe serketineke. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku ji berxwedanên gelê kurd ders wergirt, li gorî şert û mercên demê xwe guhert, di paradîgma û îdeolojiya Apoyî de xwe kûr kir, di taktîkê de xwe şareza kir û di gerîlatiyê de xwe kir hosta, êdî ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû gelên bindest veguheriye çavkaniyeke sûdwergirtinê.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê sala 41’emîn a Cejna Vejînê, pêngava gerîla ya dîrokî 15’ê Tebaxê bi heybet pêşwazî kirin. Gerîlayên me ku bi biryardarî û ruhê fedaî yê Apoyî dest bi sala têkoşînê ya 41’emîn kirin, li bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê bi rengekî bênavber li ber xwe dan. Berxwedana destanî ya fermandara me ya fedaiyan a nemir Berwar Dersîm – Seyran Çomak a li Çiyayê Agirî, nîşanî dost û dijminan da ku heqîqeta Egîdbûyîn, Bêrîtanbûyîn û Zîlanbûyînê ya jinên Kurd ên azad têk naçe. Berxwedana nayê teslîmgirtin a hevrêyên me Eylem Stêrk – Meryem Onur, Sozdar Evîn – Betul Aydin û Armanc Devrîm – Hacer Tekîn a li Elkê û Kato Marînos heman heqîqet li qadên cuda raxist pêş çavan. Ev hevrêyên me ku di meha Tebaxê de şehîd bûn, pêşengî û lehengiya jinên Kurd ên azad di şexsê YJA Starê de nîşanî hemû jinan da, ruhê azadiyê da gelê me û jinan. Hevrêyên me Alan Milazgîr, Orhan Cîhat Bîngol, Rosîda Mêrdîn, Sara Tolhildan, Sema Cuya Çewlîk, Tîjda Jiyan û hevrêyên me yên din ên di demên cuda de şehîd bûn lê belê di nava meha Tebaxê de şehadeta wan hate ragihandin, bûn mînakên bijarte yên fermandariya gerîla ya Egîdbûyînê û bi vî rengî navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsandin. Em hevrêyên xwe yên ku li ser şopa fermandar Egîd meşiyan, bi lehengî şer kirin û şehîd bûn bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û diyar dikin ku em ê şopdarên şehîdan bin û careke din soz didin ku armancên wan teqez bi ser bixînin.

Artêşa tirk a dagirker li gel bombardûman û operasyonên bêhejmar ên li bakurê Kurdistanê her wiha 90 carî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi teqemeniyên qedexekirî bombe kir û sûcên şer kir. Hêzên me êrîşên artêşa tirk a dagirker ku xwe dispartin teknîkê têk birin, ruhê fedaî yê Apoyî bilind kirin, di taktîk, çalakî û rêbazên gerîla de xwe kûr kirin, bi vî rengî bersiv dan û gelek çalakî kirin.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê meha tebaxê performanseke girîng a şer nîşan dan, ji hewayî û bejahî ve çalakiyên bi bandor kirin û derbên giran li artêşa dagirker xistin. Di nava meha Tebaxê de Yekîneyên me yên Şehîd Dogan Zinar û Şehîd Axîn Mûş 19 çalakiyên hewayî lidar xistin. Her wiha bi gelek rê û rêbazên gerîla 133 çalakiyên bejahî hatin kirin. Bi giştî 152 çalakî hatin lidarxistin. Medya şerê taybet û artêşa tirk a dagirker windahiyên xwe yên di van çalakiyan de nixumandin, ku çalakî ji aliyê hêzên me ve bi belge û dîmenan hatin nîşandan. Di encama çalakiyên hewayî û bejahî yên hêzên me de bi giştî 56 dagirker hatin cezakirin ku 3 ji wan bi paye bûn û 43 dagirker jî birîndar bûn.

Bîlançoya şer a berfireh a meha Tebaxê bi vî rengî ye:

Êrîşên dewleta tirk a dagirker:

Êrîşên bi balafirên şer: 350
Êrîşên bi helîkopteran: 33
Êrîşên bi teqemeniyên qedexekirî: 90

Hevrêyên şehîd bûne:

Hevrêyên me yên şehîd bûn: 4

Çalakiyên gerîlayên azadiyê:

Çalakiyên gerîla yên ji hewayê hatin kirin: 19
Çalakiyên gerîla yên bejahî: 133
Temamiya çalakiyên gerîla: 152

Dagirkerên hatine cezakirin û birîndarkirin:

Dagirkerên hatin cezakirin: 53
Dagirkerên bi paye yên hatin cezakirin: 3
Dagirkerên birîndar bûn: 43

Yên hatine îmhakirin:

Wesayitên leşkerî: 1
Cebilxane: 1
Drone: 4
Kamerayên mobesse: 19
Çeper: 5
Kon: 8
Projektor: 5
Fotokapan: 1

Yên hatine derbkirin:

Wesayitên leşkerî yên zirxî: 3
Kepçe: 4
Korkût (Sîstema Parastina Hewayî): 1
Konteynir: 1
Kon: 4
Kamerayên Mobesse: 1
Dedektor: 1
Çeper: 18

Yên hatine desteserkirin:

Teqemenî: 1
Droneyên bombebarkirî: 1″

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar