Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Gerîlayên azadiyê: Gerîla li ser opa 15’ê Tebaxê dimeşin

Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê yên her roj derbên giran li dagirker û xayinan dixin diyar kirin ku guleya yekemîn ku ji aliyê Fermandar Egîd ve hat avêtin, dagirkeriyê di nava şoqekî mezin de hişt û gotin, “Gerîla li ser şopa 15’ê Tebaxê dimeşin. Em ê heta dawiyê şer bikin û vî şerî heta serkeftinê bibin.”

Di 15’ê Tebaxa 1984’an de di bin fermandariya Egîd (Mahsûm Korkmaz) de gerîlayên azadiyê li Dihê ya Sêrtê guleya yekem di mejiyê dagirkeriyê de teqandin. Gerîlayên HPG û YJA Starê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêngava 15’ê Tebaxê bi coş û moralekî mezin pêşwazî dikin. Gerîlaya YJA Starê Dîcle Firat û gerîlayên HPG’ê Çirav Cudî û Rubar Serhed bi wesîleya salvegera 40’an a Pêngava 15’ê Tebaxê ji ANF’ê re axivîn.

Gerîlaya YJA Starê Dîcle Firat pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir û wiha got: “Em di nava şerekî pir dijwar de ne. Şerê me kêlî bi kêlî li ser xeta Heval Egîd, bi wê ruhê dimeşe. Artêşa Tirk a dagirker digot ew ê bi teknîka di destê xwe de bikaribe îradeya gerîla bişkîne. Lê wiha nebû. Me şerê tunelan pêş xist, me şerê hewayî pêş xist. Kêlî bi kêlî em ber bi serkeftina mezin ve diçin. Em heta dawiyê bi ruhê fermandariya Heval Egîd bawer in. Rêbertî dibêje, şer li fermandarê xwe digere. Di şexsê Heval Egîd de ev şer fermandarê xwe dît û niha di pêşengtiya gelek hevalên fedaî de ev ruh berdewam dike. Ev fermandarî didome.”

Gerîlayê HPG’ê Çirav Cudî jî bal kişand xistina balafirên bê mirov yê artêşa dagirker û ev nirxandin kir: ‘’15’ê Tebaxê roja vejîna gelê Kurd e. Roja ji koletiyê re gotine ‘na’ ye. Sala 2024 jî bi wî ruhê despê kir. Roja Newrozê bi mîzginiya ketina SIHA’yan hat pêşwazî kirin. Disa çalakiyên Dogan Zinar û Axîn Mûş jî wekî guleya yekemîn mirov dikare bi nav bike. Ji ber her yek ji van pêngavan di asta 15’ê Tebaxê de derketin û heviyekî mezin dan ava kirin.”

Gerîla Çirav axaftina xwe bi van gotinan domand: ‘’15’ê Tebaxê bi serê xwe di wateya şoreşekî de ye. Ji ber gelekî ku biryara qirkirin û kuştina wî hatibû dayîn hebû. Lê bi 15’ê Tebaxê re ev gel rabû û ew biryara hatibû dayîn betal kir, bendên koletiyê ji dest û lingê xwe qetand. Lewra ev roj ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelê cihanê jî xwedî giringiyekî mezin e. Em vê rojê wekî cejnekî pîroz dikin, gelê me jî bi wê moralê pêşwazî dike.”

Gerîlayê HPG’ê Rubar Serhed jî zûrîfên beriya pêngava 15’ê Tebaxê nirxand û wiha got: “Guleya yekemîn ya ku ji aliyê Heval Egîd ve hat avêtin, dagirkeriyê di nava şoqekî mezin de hişt. Ji ber dagirkerî ji xwe bawer bû ku Kurdan tine kiriye. Li çiyayên Agirî, li Amed û Dersimê Kurd ji qirkirinê re hatibûn derbas kirin. Ji bo wê jî ne gengaz bû ku carekî din serê xwe rabikin. Lewra di wê watê de guleya yekemîn pir girîng bû. Bersivekî herî xurt bû ji dagirkeriyê. Niha jî gerîla li ser wê şopê dimeşe. Dagirkerî digot, me teknîk pêş xistiye em ê gerîla tune bikin. Lê em niha jî dibînin yê tune dibe ne gerîla, lê leşkerên dagirker û artêşa wî ne. Ji ber rojane xwe dikujin, ji bo ji vê şerê birevin her cure rê diceribînin. Ew ji bo pere şer dikin. Lê gerîla ji bo azadiyê gelê xwe, ji bo rûmeta mirovahiyê şer dike. Her wiha em dibêjin heta dawiyê em ê şer bikin û vî şerê heta serkeftinê bibin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar