Wê ev agir we jî bişewitîne!

Her sal dema ku dibe demsala havînê, Kurdistan dişewite. Yanî tê şewitandin. Germa havînî ne bes e, vê carê jî çiya û daristanên li...

Deng bide azadiyê

Çalakiya deng bide azadiyê li Amed, Edene, Mêrsîn û Îzmîrê çend hefte ne didome. Malbatên girtiyan û nûnerên saziyên demokratîk tev li van çalakiyan...

Cumartesi - 29 Haziran 2024

Gerîlayên azadiyê: Hevrê Zîlan berpirsyariya dîrokî bi cîh anî

Gerîlayên azadiyê diyar kirin ku hevrê Zîlan di dema pêwîst de gava pêwîst avêt û berpirsyariya dîrokî bi cih anî û wiha got: “Rêbaza gerîla ya ku serketinê diafirîne xwe dispêre kesayetiya fedaî ya Zîlan. Gel û gerîlayên Kurdistanê xwedî wê hêzê ne ku hemû êrîşên dijmin têk bibin. Civaka kurd êdî zane ku hêza xwe çi ye û dikare li hemberî dagirkeran têbikoşe.”

Gerîlaya ARGK’ê Zîlan (Zeynep Kinaci) 30’ê hezîrana 1996’an li Dêrsîmê çalakiya fedayî pêk anî. Vê çalakiya fedayî di dîroka têkoşînê ya gelê kurd û PKK’ê de roleke girîng lîst. Gerîlayê HPG’ê Ciwan Çiyareş û gerîlaya YJA Starê Jînda Amara li ser çalakiya Zîlan ji ANF’ê re axivîn.

Gerîlayê HPG’ê Ciwan Çiyareş got, “Ji bo me gerîlayan çalakiya fedaî ya şehîd Zîlan gelekî girîng e. Wê çalakiyêji aliyê taktîkê ve pêvajoyeke nû da destpêkirin. di heman demê de li dijî hewldana sûîqestê ya dijmin a li hemberî Rêberê me çalakiyek bû. Bandora çalakiya fedaî ya hevrê Zîlan îro jî dewam dike. Weke gerîlayên azadiyê em vê çalakiyê weke xeta xwe ya têkoşînê ji xwe re dikin esas.”

Gerîlayê HPG’ê Ciwan Çiyareş diyar kir ku dewleta Tirk bi piştgirî û teknîka NATO’yê bi gazên kîmyewî û çekên taktîk nukleer êriş dike û got, “Gerîla li hemberî van êrîşan tu carî bêçare nema û tedbîrên nû yên parastinê afirandin. Hate dîtin ku bi rêbazên şerê tunelan serketinên mezin bi dest dikeve. Rêbaza gerîla ya ku serketinê diafirîne xwe dispêre kesayetiya fedaî ya Zîlan. Gel û gerîlayên Kurdistanê xwedî wê hêzê ne ku hemû êrîşên dijmin têk bibin. Civaka kurd êdî zane ku hêza xwe çi ye û dikare li hemberî dagirkeran têbikoşe. Hêvî û baweriyeke mezin da her kesî. Ev yek jî bi saya xeta berxwedanê ya Zîlan û bi hezaran şehîdan pêk hat.”

Gerîlaya YJA Starê Jînda Amara ragihand ku çalakiya fedaî ya Zîlan pêngaveke dîrokî bû û got, “Çalakiya hevala Zîlan hem ji aliyê leşkerî hem jî ji aliyê taktîkî ve mohra xwe li dîrokê xist. Li hemberî hewldana sûîqestê ya li dijî Rêbertî çalakiyeke fedaî ya bi dilxwazî hate kirin. Tenê salek bû ku tevlî nava partiyê bûbû, lê belê Rêbertî gelekî baş fêhm kiribû. Rêbertî jî sekna xwe ya dîrokî bi gotina ‘Zîlan fermandara min e’ aşkere kir. Wateya van gotinên Rêbetî ew bû ku hevrê Zîlan di dema pêwîst de gavên pêwîst avêt û berpirsyariya xwe ya dîrokî bi cih anî. Îro bi hezaran hevalên me hene ku li ser xeta Zîlan dimeşin. Hevalên Sara, Rûken, Rojhat û Erdal fedaiyên vê xetê bûn. Van hevrêyan dan ser şopa hevala Zîlan. Em jî van hevalên xwe yên pêşeng ji xwe re dikin mînak û didin ser şopa wan. Weke gerîlayên YJA Starê em ê heta dawiyê mîna Zîlan li ser xeta fedaî bimeşin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar