Wê ev agir we jî bişewitîne!

Her sal dema ku dibe demsala havînê, Kurdistan dişewite. Yanî tê şewitandin. Germa havînî ne bes e, vê carê jî çiya û daristanên li...

Deng bide azadiyê

Çalakiya deng bide azadiyê li Amed, Edene, Mêrsîn û Îzmîrê çend hefte ne didome. Malbatên girtiyan û nûnerên saziyên demokratîk tev li van çalakiyan...

Cumartesi - 29 Haziran 2024

Gerîlayên azadiyê li Avaşîn û Metînayê li dagirkeran xistin

HPG’ê ragihand ku gerîlayên azadiya Kurdistanê li Avaşîn û Metînayê çalakî li ndar xistine û di encama van çalakiyan de 11 leşkerên tirk ên dagirker hatin cezakirin, 2 kon hatin îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê ev agahî da û daxuyand ku gerîlayên azadiyê bi çalakiyên bandor derbên giran li dagirkeran xistin. Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Li Herêma Avaşîn;

1’ê hezîranê di saet 10.50’an de li Qada Berxwedanê ya Tabûra Ereban bi taktîka sabotajê li wesayîta leşkerî ya bi tîpa Reo ya jenerator barkirî, hate xistin. 5 dagirkerên di hundirê vê wesayîtê de hatin cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûn. Wesayîta leşkerî, jenerator û malzemeyên leşkerî yên di hundirê wesayîtê de hatin îmhakirin.

Li herêma Heftanîn;

6’ê hezîranê di saet 12.45’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Kendal hate xistin.

Li herêma Metîna;

6’ê hezîranê di saet 19.40’an de bi çalakiya gerîla ya koordîneyî li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Serê Metîna hate xistin. Baskê yekem ê çalakiyê; bi çekên nîv otomatîk, baskê duyem ê çalakiyê jî; bi çekên ferdî ji navberek nêz li dagirkeran xist. Di vê çalakiyê de 6 dagirker hatin cezakirin û 2 kon jî hatin îmhakirin.

Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

6’ê hezîranê di saet 09.27’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

6’ê hezîranê di saet 11.40’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin.

6’ê hezîranê di saet 18.03’yan de bi çekên giran li wesayîta ku sîstema radarê lê hatibû barkirin û sîstema parastina hewayî ya îrtîfa ya ayîdê artêşa Tirk a dagirker hate xistin. Di encama çalakiyê de wesayît û sîstemên li ser derbeyên giran xwarin û zirar dîtin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

Êrîşên ku artêşa tirk a dagirker bi teqemeniyên qedexekirî, pêk anîn;

6’ê hezîranê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 7 caran bi gazên kîmyewî yên bi jehr hatin bombebarankirin.

Êrîşên ku artêşa tirk a dagirker pêk anîn;

6 û 7’ê hezîranê qadên Berdeqaşo, Şehîd Cihan, Girê Zergelê û Kortek ên herêma Qendîlê 25 caran, qada Gûzê ya herêma Garê carekî, Qadên Berxwedanê ya Bazê û Serê Metîna ya herêma Metînayê 4 caran, Qadên Berxwedanê ya Girê Cûdî û Girê Bahar ên herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 3 caran, bi giştî; 33 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar