Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Gerîlayên Azadiyê li Metînayê 12 dagirker ceza kirin

HPG'ê diyar kir ku yekîneyên gerîla salvegera 45'an a damezrandina PKK'ê bi çalakiyan pîroz kirine û daxuyand çalakiya koordîneyî ya li Metînayê 12 dagirker hatine cezakirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye: “Partiya me PKK ku bi xeta xwe ya sosyalîzma demokratîk ji bo azadiya gelê kurd û gelên herêmê bûye hêvî, di heman demê de çavkaniya hêzê ya tevahiya mirovahiyê ye. Salvegera 45’an a damezrandina partiya me PKK’ê ji aliyê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ve bi çalakiyan hate pîrozkirin. Hêzên me li herêma Metînayê bi wêrekiyeke mezin û ruhê fedaî yê Apoyî bi xurtî li dagirkeran xistin û 12 dagirker ceza kirin. Hevrêyê me Egîd ku di vê çalakiyê de şehîd bû. Partiya me PKK’ê ku li ser şopa şehîdan bêtawîz dimeşe, wê li ser heman xetê heta serkeftinê bimeşe û tola şehîdan hilîne.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşên artêşa tirk a dagirker bi vî rengî ne:

Li herêma Metînayê;

20’ê mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê li dijî dagirkeran bi rêbaza gerîla ya koordîneyî çalakiya serdegirtinê hate lidarxistin. Baskê destpêkê yê çalakiyê ji cihekî nêz ve bi bombeyên destan û çekên ferdî li du çeperan xist. Di van çeperan de 4 dagirker hatin cezakirin, herdu 2 çeper û kamerayeke mobesse hatin îmhakirin. Baskê duyemîn ê çalakiyê bi çekên nîv otomatîk li çepereke dagirkeran xist û 4 dagirkerên di çeperê de hatin cezakirin. Baskê sêyemîn ê çalakiyê bi çekên ferdî li dagirkeran xist. Baskê çaremîn ê çalakiyê bi çekên ferdî û nîv otomatîk li dagirkeran xist û di encamê de 4 dagirker hatin cezakirin. Baskê pêncemîn ê çalakiyê di heman demê de bi çekên nîv otomatîk û giran li dagirkeran xist, derb li 2 çeperan xist.

Di vê çalakiyê de ku ji bo salvegera 45’an a damezrandina partiya me PKK’ê hate lidarxistin, hevrêyê me Egîd ku bi wêrekiyeke bilind û ruhê fedaî bi ser dijmin ve çû, şehîd bû. Her wiha 12 dagirker hatin cezakirin, kamerayeke mobesse û 2 çeper hatin îmhakirin, derb li 3 çeperan hate xistin.

Êrîşên artêşa tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî, gazên kîmyewî û droneyên bombebarkirî;

18 û 19’ê mijdarê li herêma Metînayê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê 3 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

19’ê mijdarê li herêma Metînayê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê 8 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa tirk a dagirker;

19 û 21’ê mijdarê li herêma Xakurkê qadên Şehîd Şerîf û Ava Lolanê 3 caran, li herêma Metînayê qada Gundê Dergelê carekê; bi giştî 4 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar