Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Gerîlayên azadiyê: Rêber Apo roman e, ronahî ye

Gerîlayên azadiyê der barê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan de nerînên xwe wiha anîn ziman: “Rêber Apo roman e, ronahî ye. Ronahiyeke wiha ye ku şewqê dide tevahiya cîhanê. Gel li dora wî dicivin. Weke ciwanên kurd, weke gerîla di nava vê têkoşînê de em sûdê ji vê ronahiyê werdigirin.”

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi çalakiyên profesyonel û bibandor derbên giran li dewleta tirk a dagirker dixin û dihejînin. Bi taybetî ji di van demên dawî de bi operasyonên şoreşgerî gelek dagirker ceza kirin û têkçûna dagirkeran leztir kirin. Gerîlayên YJA Star û HPG’ê li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan fikrê xwe anîn ziman.

Gerîlaya YJA Starê Zinarîn Botan anî ziman ku Rêber Apo ji bo wan ronahiya têkoşînê ye û wiha got: “Rêbertî ji bo me roman e, ronahî ye. Ronahiyeke wiha ye ku şewqê dide tevahiya cîhanê. Gel li dora wî dicivin. Weke ciwanên kurd, weke gerîla di nava vê têkoşînê de em sûdê ji vê ronahiyê werdigirin. Li çiyê di her gavê de em Rêbertî hîs dikin, li wî difikirin û bi vî rengî dimeşin, dijîn û şer dikin. Hesteke wiha ye ku qet winda nabe. Tu biçe ku derê derdikeve pêşiya te, rêya te ronî dike. Em zanin ku ronahiyeke wiha ye ku di her meşê de te pêşwazî dike, her gava ku tu dikeve te radike, di her kêmasiyê de berê me dide rastiyê. Ew jî Rêberê me ye. Ji ber vê yekê em ê bibin xelekek ji agir û wî biparêzin. Ev hest nayê vegotin, tê jiyîn. Mirov her ku dijî pê dihese.”

‘Rêber Apo moral, wêrekî û îradeyê dide mirovan’

Gerîlayê HPG’ê Rustem Botan jî bi van gotinan qala hezkirina xwe ya ji bo Rêberê Gelan Abdullah Ocalan kir: “Dema ku Rêbertî tê gotin, hesteke cuda li me peyda dibe. Hem weke ewladekî gelê kurd, hem jî milîtanekî Rêber Apo ji bo me xwedî wateyeke cuda ye. Hesteke cuda ye. Weke milîtanên Rêber Apo em bi naskirina wî, bi fêhmkirina wî, bi îdeolojî û paradîgmaya wî bi xwe dihesin. Bi hezkirin, hîskirin û fêhmkirina Rêbertî mirov xwe digihînin cewhera xwe. Mirov cewhera xwe, mirovahiyê, xwezayê hîn bêhtir nas dikin, hîn dibin. Li gelek deverên cîhanê ji bo Rêbertî çalakî têne lidarxistin, ji bo azadiya wî meş pêk tên. Mînakeke din a Rêbertiyeke bi vî rengî nîne. Dilsozî û lêgerîna azadiyê ya ji bo Rêbertî hêzeke mezin dide me. Moral û wêrekiyê, îradeyê dide mirovan.

‘Ji bo Rêbertiyê em ê her tiştî bikin’

Em bi vî moralî, bi vê werekî û îradeyê şer dikin. Hinekî din jî heye ku îdîa dikin ew ji bo gelê kurd têdikoşin. Hin partiyên cuda jî hene ku ji bo Kurdistanê rêxistin ava kirine. Lê belê Rêbertî tê tercîhkirin, tevlî paradîgma û îdeolojiya wî dibin. Ev yek bawerî ye, kesayetî ye. Çima ewqasî jê hate hezkirin? Ji bo Rêbertî çima ewqas mirovî xwe feda kirin? Ev yek girîng e. Li dijî hêzên ku dixwazin nirxên mirovahiyê tune bikin em têkoşîneke bi bandor û encamwergirtinê dimeşînin. Haya me ji vê yekê heye. Ji bo azadiya Rêbertî em ê her tiştî bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar