Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Gerîlayên azadiyê: Şehîd Zîlan bi çalakiya xwe cîhan hejand

Gerîlayên azadiyê salvegera şehadeta Zîlan bi bîr anîn û ev tişt anîn ziman: “Bi çalakiya xwe cîhan hejand, hebûna gelê kurd, hebûna jinên Kurd nîşan da. Di serî de jinên kurd peyameke xurt da jinên cîhanê, peyameke jiyana azad da. Bû manîfestoya jiyana rast. Zîlan dengê tevahiya mirovahiyê bû. Çavkaniya têgihiştîbûna xwe Rêber Apo bû ku felsefeya jiyana azad e.”

Gerîlaya ARGK’ê Zîlan (Zeynep Kinaci) di pêvajoya ku hêzên hegemon li hemberî Rêber Apo rasterast dest komployê kirin de roja 30’ê hezîrana 1996’an de li Dêrsîmê çalakiya fedaî pêk anî. Şehîd Zîlan bi çalakiya fedayî bersiva herî di cih da hêzên komploger û rêya gerîlatiya fedayî vekir. Bi çalakiya şehîd Zîlan re berê şerê li Kurdistanê guherî. Gerîlaya HPG’ê Şerzan Cûdî û gerîlaya YJA Starê Dîcle Nûrûllah bi wesîleya salvegera 28’an a şehadeta Zîlan re nerînên xwe anîn ziman.

Gerîlaya YJA Starê Dîcle Nûrûllah ev tişt anî ziman: “Hevala Zîlan sala 1972’an li Meletiyê ji dayik bû. Bi baweriya Elewîtiyê û çanda Kurdîtiyê mezin bû. Li Zanîngehê beşa tunduristiyê xwend. Demekê di nava sîstemê de ma be jî ji çanda xwe ya civakê qut nebû. Rastiya jinê ya Kurd, rastiya gelê Kurd, rastiya civakê û sîstemê fêhm dike. Di sala 1994’an de li Edeneyê Apoyî nas kir û tevlî kar bû. Di sala 1995’an de ji Dersimê tevlî nava refên ARGK’ê bû. Hevala Zîlan di demeke kurt de Rêbertî nas kir û fêhm kir. Sala 1996’an li Dersimê bi çalakiya fedaî dilsoziya xwe ya bi Rêbertî re nîşan da. Weke gerîlayên YJA Starê em li ser xeta berxwedanê ya Zîlan têdikoşin. Îro li çiyayên Kurdistanê bi hezaran Zîlan hene. Weke hevrêyên Zîlan li Zap, Metîna, Xakurkê û gelek herêmên Kurdistanê li dijî dijmin şer dikin. Çi dibe bila bibe em ê di têkoşîna xwe de hevala Zîlan bi bîr bînin.”

Gerîlaya HPG’ê Şerzan Cûdî î wiha axivî: “Şehîd Zîlan sala 1996’an li dijî êrişên li ser Rêbertî çalakiya fedaî kir. Dema ku hevrê Zîlan çalakî kir li ser gelê kurd û Rêbertî êrişên mezin hebûn. Di demeke gelekî zehmet de hevala Zîlan bi pêşengiyê rabû û çalakiya fedaî kir. Hevrê Zîlan di nava rêxistinê de yeka gelekî kevn nebû, hevaleke nû bû, şervana salekê bû. Di demeke kurt de Rêbertî nas kir, di vê astê de dilsozê Rêbertî û partiyê bû û bandor li kadro û gel kir. Bi çalakiya xwe cîhan hejand, hebûna gelê kurd, hebûna jinên kurd nîşan da. Di serî de jinên kurd peyameke xurt da jinên cîhanê, peyameke jiyana azad da. Bû manîfestoya jiyana rast. Zîlan dengê tevahiya mirovahiyê bû. Çavkaniya têgihiştîbûna xwe Rêber Apo bû ku felsefeya jiyana azad e. Hevala Zîlan beriya ku çalakiya xwe bike nameyek li pey xwe hişt û got, ‘Xwezî ji canê me bêhtir tiştekî me hebûya ku me feda bikira’. Ev manîfestoyeke. Em jî li ser xeta Zîlan dimeşin û em ê her tim li ser wê xetê bin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar