Em di rizgariya jinê de rizgariya zilam û welat dibînin

Pirsgirêka jinê pirsgirêkeke ku her rojekê derbas dibe di cîhanê de her diçe derdikeve pêş. Em partiyek in ku bi şoreşa Kurdistanê ve armanc...

Li ser Iraqê û Hewlêrê, rakêşa Tirkiye û Îranê

Ji alîkî ve Tirkiye, ji aliyê din ve Îran, li ser Iraqê û Başûr di nava hewldanên pir xerab de ne. Her du dewlet jî,...

Pazartesi - 16 Eylül 2024

Gerîlayên azadiyê serdarek û 3 leşkerên tirk ên dagirker ceza kirin

HPG'ê daxuyand di çalakiyên gerîlayan de 3 leşker hatin cezakirin. Dewleta Tirk a dagirker îdîa kiribû ku serdar bi krîza dil miriye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dewleta tirk ên dagirkeriyê daxuyaniyek da. Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Li herêma Gever;

2’yê Îlonê di saet 01.30’an de sîstemeke kameraya mobesse û enerjiya rokê ya ku dagirkeran li qada di navbera Gundê Tîsê û Gundê Kola ya girêdayî Şemzînanê bi cih kirî, hatin îmhakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

Li herêma Xakurkê;

2’yê îlonê di saet 12.50’an de bi çekên giran li dagirkerên li Girê Şehîd Hêmin hate xistin. Di vê çalakiya bi serketî hatî lidarxistin de, qasî ku hêzên me zelal kirî 4 dagirker ku leşkerên payebilind jî di nav de bûn, hatin cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûn. Artêşa Tirk a dagirker daxuyanî da ku serdar Osman Ayan ê ku hatî piştrastkirin ku di vê çalakiyê de hatî cezakirin, di encama krîza dil de miriye. Lê belê ev dagirker serdar Osman Ayan û 3 dagirkerên pê re, di çalakiya ji aliyê hêzên me ve hatî lidarxistin de, hatine cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûne.

Li herêma Metînayê;

5’ê îlonê di saet 13.20’an de bi çekên giran li dagirkerên ku dixwestin li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê bi cih bibin, hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin û piştî çalakiyê liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

Li herêma Şehîd Delîl a rojavayê Zapê;

4’ê îlonê di saet 09.30’an de bi çekên giran li dagirkerên ku dixwestin ber bi tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ve pêş de biçin, hate xistin. Piştî vê çalakiyê liv û tevgera dagirkeran rawestiya û dagirker neçar man ku qedemeyekî xwe paşde vekişînin.

5’ê îlonê di saet 10.00, 16.00 û 18.00’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin.

5’ê îlonê di saet 18.30’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

4’ê îlonê di saet 07.00’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin.

4’ê îlonê di saet 22.00’an de hêzên me yên YJA Starê mudaxileyî helîkoptera Skorsky a li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê kirin.

5’ê îlonê di saet 03.30’an de bi çekên nîv otomatîk mudaxileyî dagirkerên ku hewl didan li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi cih bibin, hate kirin. Piştî mudaxileya hêzên me, liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

5’ê îlonê di navbera saet 06.00 – 11.00’an de 6 caran bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin.

Êrîşên ku artêşa tirk a dagirker pêk anîn;

4’ê îlonê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî, hatin bombebarankirin.

5’ê îlonê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombebarankirin.

Êrîşên ku artêşa tirk a dagirker pêk anîn;

3, 4, 5 û 6’ê Îlonê qadên Lolan, Girê Rostê û Şehîd Şerîf ên herêma Xakurkê 8 caran, qada Deşta Kafya ya herêma Garê 3 caran, Qada Berxwedanê ya Serê Metîna ya herêma Metînayê carekê, Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 3 caran, qadên Mêranê, Girê Sîser û Sêdarê yên herêma Garê 5 caran; bi giştî 20 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.

3 û 5’ê îlonê Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê ya herêma Metîna 7 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombebarankirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar