Gerîlayên azadiya Kurdistanê ber berxwedana bêhempa çiyayên Kurdistanê li dagirkerên tirk û hevkarên wan kirine dojeh. Gerîlayên azadiyê bi taktîkên nûjen yên profesyonelî derbên giran li teknîka herî pêşketî ya artêş a tirk a NATO’yê dixin. Li tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê ya herêma Metînayê, li dijî êrişên artêşa tirk a dagirker berxwedana dîrokî ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê dewam dike. Artêşa dagirker ku nikare bi vê berxwedanê, li ser tunelên gerîla çekên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî bi kar anî. Di encama êrişên bi çekên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî de 4 gerîla şehîd bûn.
Gerîla Şahîn Armanc û Rojda Zagros ku li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê tevlî berxwedana dîrokî bûn û bi mehan bi rengekî bê eman têkoşiyan, ji wan gerîlayan e ku ketin bin bandora çekên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî.
Gerîlayan şahidî ji sûcên şer û êrişên bi rêbazên li derveyî mirovahiyê yên artêşa tirk re kirin. Gerîlayan qala wan êrişan kirin.
Gerîla Rojda Zagros diyar kir ku gerîlayên azadiyê di tunelan de berxwdaneke bêhempa dimeşînin û wiha got: “Di tunelên şer de yên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê hevalên ji qadên cuda hatibûn, hebûn. Hinek jê xwedî tecrûbe bûn, hinek bê tecrûbe bûn, hinek jî qet tevlî operasyonan nebû bûn. Dijmin heta demekê nekarî xwe nêzî tunelan bike. Dijmin destpêkê bi teqemeniyan êrişî derdora tunelan kir. Piştre jî bi gazên ku çavan dişewitînin û bêhnê li mirovan diçikînin êriş kir ku bêhn jê nedihat. Me zanîbû ku kîmyasalê bi kar tîne. Bêreng û bêbêhn bû. Mirov bê hal dikir, 3-4 rojan serê mirovan diêşand. Madeyeke kîmyewî ya ku dişibiya toza spî bi kar anîn. Piştî ku ev çeka kîmyewî bi kar anîn, gava me hewl didan tevbigerin lingên me ditevizîn, em bê hal dibûn.”
Rojda Zagros destnîşan kir ku gerîla li hemberî gazên kîmyewî tedbîrên xwe werdigirtin û wiha domand: “Me maske datanî ber rûyê xwe. Ya xewliyek ya jî paçekî şil me datanî ser maskeyê. Ev yek bi kêrî me hat. Hin ji gazên hatin bikaranîn bêhna dermanê şuştina kincan, hinek bêhna sêvê, hinek bê bêhn lê giran bûn. Çav û bêvila mirovan dişewitandin, bêhn li mirovan diçikandin. Ji xwe yekser mehdê mirovan dixelandin. Dijmin tevî ku ewqasî êrîş dikir, ewqasî çekên kîmyewî bi kar dianî, nikarîbû bandorê bike. Wan jî ev didîtin. Ji ber vê yekê roj bi roj hîn bêhtir xwe nêzî devê tunelê kirin, hewl dan bandorê bikin. Hin saetên diyarkirî hebûn. Nêzî 2 mehan saet di navbera 11:30 û 16:30 de bi teqemeniyan êrişî devê tunelê kirin. Gelek caran bang li me kirin û gotin, ‘Teslîm bibin, em ê xwarina germ bidin we, derkevin derve’. Hevalan jî bi bombeyan bersiv didan banga ‘teslîm bibin’ a dijmin. Fermandarên wan bi gotina ‘Eger hûn teslîm nebin em ê çeka nukleerî bi kar bînin’ gef dixwarin. Ji wan hebûn ku bi vî rengî wê gerîla bitirsînin.”
Di berdewamiya axaftina xwe de gerîla Rojda Zagros wiha axivî: “Dijmin polîtîkayên şerê taybet dimeşand, lê belê nikarîbû bandorê li hevalekî bike. Kesî guh nedida van gotinên dijmin. Dijmin piştre çeka nuklerî bi kar anî. Herî dawî 18’ê kanûnê êrîşeke mezin kir û careke din çeka kîmyewî bi kar anî. Pênc deqe piştî êrişê hundir bi dû tijî bû. Dûyekî bi rengê kremê bû. Bêhn jê nedihat. Ez hingî ji ser hişê xwe çûbûm. 7 saetan nekarî bêm ser hişê xwe. Ji ber gaza kîmyewî tevizîm. Min tenê dikarîbû çavên xwe bilivînim. Min heval nas nedikir. Dema ku hewl dida rabim ser piyan mehdê min li hev ket û verşiyam. 10-15 deqeyan ji ser hişê xwe çûm. Min gelekî êş dikişand. Dijmin piştî êrîşê careke din banga ‘teslîm bibin, cihekî ku hûn biçin nîne’. Tevî ku heval bêhal bûbûn jî bi bombeyan bersiv dan vê banga dijmin. Heval beriya ku şehîd bikevin mayin danîbûn ber devê tunelê, her gava ku dijmin êrîş dikir me jî mayin teqand. Teqînê bandor li 2 leşkerên dagirker kir. Armanca min ew e ku li ser xeta hevrêyên xwe yên şehîd ketine têbikoşim, di vê rêyê de ti astengiyan nas nekim. Ji bilî têkoşînê û hilanîna tolê em ê jiyaneke din qebûl nekin.”
Şahîn Armanc der barê bandora çekên kînyewî de ev tişt anî ziman: “Dijmin di tîrmeha 2023’an de li herêma Metînayê li ser Qada Berxwedanê ya Girê Ortê dest bi êrişekê kir. Li hemberî vê yekê me gelek çalakî kirin. Dijmin gava ku hat çend derbên giran xwar. Ji ber ku em ji xwe amade bûn. Me çalakiyên bi bandor kir. Meha Tîrmehê bû, hewa germ bû, balafirên keşfê digeriyan. Dema ku dijmin dest bi êrişê kir me jî bi çekên giran çalakî kir. Di van çalakiyan de dijmin gelek kuştî da. Moral û motîvasyona me di cih de bû. Dijmin 2-3 mehan ji tirsa nikarîbû xwe nêzî devê tunelê bike. Ji ber çalakiyên me yên sabotajê dijmin nikarîbû xwe nêzî devê tunelê bike.
Dijmin piştî ku devê tunelê tespît kir, dest bi bikaranîna çekên kîmyewî kir. Gaza ku bi kar anî bi rengê sor bû; bêvil û çavên me dişewitand. Me nikarîbûn çavê xwe vekin. Maskeyên me hebûn, tenê bi wan me dikarîbûn xwe biparêzin. Gazeke bi rengê spî bi kar anîn; qirika mirovan dişewitand, bi zorê me hilm dikişand. Gazeke din a kîmyewî ya ku dijmin bi kar anî, destpêkê mirov aciz nedikir, lê belê piştre welê li mirovan dikir ku weke ku bifetise. Gazeke kîmyewî ya gelekî giran bû. Dema ku mirovan xwe dilivand ji ser hişê xwe diçû. Ji xwe dema ku wê gazê 2-3 saetan bandor li mirovan dikir, mirov dikarîbû şehîd bikeve.”