Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Gerîlayên azadiyê wê nehêlin dagirker bi rehetî vekişin

Gerîlayên azadiyê yên tevlî Operasyona Şoreşgerî ya li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bûn diyar kirin ku ew destûr nadin ku leşkerên tirk li ser Girê Amediyê bi rehetî bimînin û wiha got: “Her wiha em ê nehêlin ku xwe bi rehetî vekişînin.”

Gerîlayên HPG-YJA STAR’ê li dijî dagirker tirk çakaiyên bi bandor li dardixin û bêhn li dagirkeran çikandine. Ligel xiyaneta malbata Barzanî û PDK’ê jî leşkerên dagirker nikarin li ber berxwedana gerîlayan bisekinin. Yekîtiyên gerîla yên bi tevger ên li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl li dijî dagirkeran şer dikin, ji bo girên ku artêşa tirk bi piştgiriya PDK’ê hewl dide lê bi cih bibe ji dagirkeriyê paqij bikin, operasyoneke şoreşgerî pêk anîn.

Gerîlayên tevlî operasyona şoreşgerî bûn, amadekarî û nêrînên xwe vegotin.

Ji gerîlayên YJA Starê yên ku pêşengî ji çalakiyên li qadên berxwedanê yên li Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl re dikin Têkoşîn Bilikî diyar kir ku rizgarî wê bi têkoşîna çekdarî bibe. Têkoşîn Bilikî got, “Ne bi têkoşîna çekdarî be rizgarî û azadî pêk nayê. Em ji Zîlan hînî fedaîbûnê, ji Sara hînî partîbûnê, ji Bêrîtan jî hînî şerkirinê bûn. Îro di tunelên şer û qadan de gelek hevrêyên me hene ku mîna wan bûne pêşeng. Bi îlhama ku me ji wan girtiye, îro em xwe ji vê operasyona şoreşgerî re amade dikin. Pêvajoya herî girîng a şer, amadekarî ye. Me keşif, îstixbarat û planên xwe temam kir. Serweriya me li ser çekên me heye û ya herî girîng jî moral û motîvasyon di asta herî bilind de ye. Em bi îkna ne ku em ê teqez vê operasyonê bi ser bixînin, em ji serketinê bawer dikin.”

Gerîla derseke mezin dê bide dagirkeran

Ji gerîlayên HPG’ê Çetîn Serhat jî wiha got: “Em destûr nadin ku leşkerên tirk li ser Girê Amediyê bi rehetî bimînin. Her wiha em ê nehêlin ku xwe bi rehetî vekişînin. Par jî hevalên ku li vê qadê şer kirine, ev yek bi şênberî nîşan dan. Lê îsal em dixwazin derseke hîn mezintir bidin artêşa tirk. Em vê yekê bi xeyalî nabêjin, em ê teqez vê yekê pêk bînin. Artêşa tirk jî di nava amadekariyeke mezin de ye, lê em timî tevgerên wan dişopînin. Ew çi amadekariyê dikin bila bikin, li dijî wan hemûyan taktîkên gerîla hene. Em bi armanca ku artêşa tirk ji wir derxînin, derketine rê.”

Gerîlayê HPG’ê Hewrê Bêkes ku tevlî operasyona şoreşgerî bûye, têkildarî pêvajoya amadekariyên çalakiyê ev tişt gotin: “Artêşa tirk mîna par, îsal jî li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl operasyon pêk anîn. Lê ev nayê wê wateyê ku dagirkerî gihîştiye armanca xwe. Ew bi alîkariya malbata Barzanî dixwazin başûrê Kurdistanê dagir dikin û bigihijîn sînorên ku xeyala wan dikin. Em jî weke tîmên gerîlayên bi tevger dixwazin li dijî vê hewldana dagirkeriyê bersiva pêwîst bidin. Di vê çarçoveyê de em amadekariyên xwe dikin. Em bi ruhê êrîşê yê hevalê Baran xwe amade dikin ku par di çalakiya Girê Hekarî de şehîd bû.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar