Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê dê bi ruhê Egîdan bimeşin’

Fermandariya Biryargehê ya Navenda Parastina Gel têkildarî Hefteya Lehengiyê daxuyanî da û diyar kri ku gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê dê bi ruhê Egîdan bimeşin

Fermandariya Biryargehê ya Navenda Parastina Gel (NPG), ji bo Hefteya Lehengiyê daxuyaniyeke niviskî da û got ku gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê dê bi ruhê Egîdan bimeşin.

Fermandariyê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Weke ku di pêvajoyên dîrokî de tê dîtin, hemû gelên ku dixwazin xwe azad bikin, encex bi têkoşînên mezin hebûna xwe teqez kirine. Gelên ku hebûna xwe danîne holê, li gel berdêlên mezin, bi berxwedana lehengên ku bi navê wan tevgeriyane bûne xwedî vê rûmetê. Ji ber vê, ji aliyê civakekê ve jiyana azad, dibe diyardeyek ku tenê bi têkoşîneke bi lehengî dikare bi dest bikeve. Gelê Kurdistanê jî ku yek ji gelê herî dêrîn ê mirovahiyê ye, weke encama polîtîkaya mêtingerî, zilmê û zextê hatibû ber qonaxa nemanê, lê bi Rêber Apo û bi têkoşîna bi lehengî ya Apoyiyan, hebûna xwe dîsa teqez kiriye û bi gavên biryardar ber bi azadiya xwe ve dimeşe. Rojên ku gelê me heyina gelê me datînin holê û teqez dikin weke ‘Hefteya Lehengiyê’ tê binavkirin û gelê me di pêvajoyeke hefteyekê de ya 21-28’ê Adarê, lehengên xwe yê fedayî bi bîr tîne. Hefteya Lehengiyê wan rojan vedibêje ku hevrê Mazlûm Dogan, Kawayê Hevdem ku bi Newrozê re bûyî yek û li dijî hovîtiya dewleta tirk a faşîst û mêtinger bi çalakiya lehengiyê rabûyî hevrê Egîd (Mahsûm Korkmaz) di wê pêvajoyê de ku gerîla li Kurdistanê bide rûnişandin û têkneçûyî bike li Gabarê şehîd bûyî vedibêje.

Xeta hevrê Egîd xeta serkeftinê ye

Bêguman, helwesta bi disîplîn, wêrek, biryardar a li ser xeta Rêbertî ya hevrê Egîd, fermandarê mezin ê Pêngava 15’ê Tebaxê ya bêhempa ku Cejna Berxwedanê ya gelê kurd e, di serkeftina vê berxwedanê de faktora herî girîng e. Ev helwesta hevrê Egîd a bi lehengî ku divêtiya geşkirina tevgera gerîla ya li Kurdistanê ji kûr ve bi dil, mêjî, ruhê xwe jiyayî û pêşengiya vê kirî, gelê Kurdistanê ya li ber nemanê ji helandinê aniye ber vejandinê, li Kurdistanê rastiya civakeke ku ji bo azadiya xwe şer kirî afirand. Ji ber vê, fermandarê pêşeng ê vê geşedana dîrokî hevrê Egîd, lehengî rastî yê neteweyî yê gelê me ye.

Beriya bi 35 salan di kemînekê xayîn de şehîdbûna vî fermandarê mezin ku li dijî ziyanên rejîma 12’ê Îlonê têkoşîna xwedîderketina li nirxên mirovî dida, ji bo gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê windahiyeke mezin e. Partiya me PKK ku her xeleke şehadetê ya girîng kirî sedema pê rabûnê, eynî nêzîkatî li şehîdbûna hevrê fermandarê hêja Egîd jî kiriye, weke divêtiyeke dilsoziya bi bîranîna hevrê Egîd, artêşbûna gerîla li Kurdistanê geş kiriye û kiriye ku bigihije heta îro. Hevrê fermandar Egîd sembola israra li ser gerîlatî, wêrekî, biryardarî û ruhê êrîşê ye. Xeta hevrê Egîd xeta gerîlayê serkeftî ye. Bi zîrektî û ruhê Apoyî ruhê Egîdan ku ji bo me her demê mînak e, Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ku li ser vî ruhî geş bûyî îro hatiye qonaxa serkeftinê. Di demeke wiha de ku gelê me û Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ji her demê bêhtir hewceyî bi Egîdbûnê heye, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê wê bi ruhê serkeftinê yê Egîdan bimeşe û îdealên lehengên me yên nemir bi cih bînin. Ji ber vê, gerîlayekî HGP’ê ku fedayiyê Rêber Apo ye, nexasim vê dema dawî, hemû geşedanên têkilî jiyana Rêbertiya me ji nêz ve dişopîne û ji bo vê pêvajoya hesas ji bo ku peywirên xwe yên demê bi cih bîne hazir disekine.

Ji bo salvegera 35’an a vê şehadeta mezin di şexsê hevrê fermandarê nemir Egîd de em li ber hemû şehîdên xwe bi hurmet bejna xwe ditewînin, bi çanda leşkerî û biryardarî û wêrekiya wan ku Egîdan afirandiye her demê wê rê nîşanî me bidin, bi vê çarçoweyê em Hefteya Lehengiyê li wan hemû hevrêyên xwe pîroz dikin ku li ser xeta Mazlûm û Egîdan têdikoşin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar