Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Gerîlayên ‘Cenga Xabûrê’ bang li hunermendên başûrî kirin

Gerîla û fermandarên pêngava 'Cenga Xabûrê' nameyek ji gelê welatparêz û hunermendên başûrê Kurdistanê re nivîsîn û ev bang li wan kirin: "Deng, awaz û stranên xwe bi dengê tivinga gerîla re bikin yek.”

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşînê 25 roj li pey xwe hişt. Yek ji pêngavên gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê ‘Cenga Xabûrê’ ye ku ji bo têkbirina artêşa dagirker hatiye destpêkirin.

Ji gerîlaya ku tev li Pêngava Cenga Xabûrê bûye, Rojîn Serhildan li ser rêveçûna şer agahî da, bal kişand ser berxwedana li Girê Zendûrayê û destnîşan kir ku artêşa tirk bi tu awayî nikare bi pêş ve biçe.

Gerîla Rojîn Serhildan diyar kir ku êrîşên ku êvara 23’ê Nîsanê dest pê kirin bi dijwarî dewam dikin û hêzên dagirker bi amûrên xwe yên teknolojiyê êrîş dike û wiha got: “Lê belê diyar e ku ew leşker ji ruh û manewiyatê bêpar in. Li aliyê din jî hevalên me bi moral û coşeke mezin li qada şer in û ji ber vê yekê jî ji aliyê manewiyate ve em serdest in. Li girên Zendûra, Derarê û Koordîneyê berxwedaneke mezin tê meşandin.”

Gerîla Rojîn Serhildan her wiha da zanîn ku bi navê gerîla û fermandarên berxwedana ‘Cenga Xabûrê’ wan ji gelê welatparêz û hunermendên başûrê Kurdistanê re nameyek nivîsîne.

Nameya ku gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê li eniya şer nivîsîne wiha ye:

“Gel û hunermendên welatparêz ên hêja yên Başûr;

Weke ku tê zanîn, mêtingeriya tirk di meha pîroz a Remezanê de ji bo tunekirina xweza û çanda Kurdistanê, li van çiyayan dest bi şerekî mezin kir. Em; ku parastina welatê xwe dikin, bi fedakariyeke mezin şer dikin. Em zanin ku li vê xaka pîroz, li herêma Behdînanê di herikîna dîrokê de li dijî dagirkeran berdêlên mezin hatine dayîn. Ev gundên ku xwedî xwezayeke gelekî bedew e, ne cara yekem e ku tên şewitandin û valakirin. Ji rejîma Baasê heta rejîma Erdogan ê faşîst, hêzên mêtinger gelek caran ev gund hilweşandin.

Li dijî êrîşên qirkirinê yên dawî, me du xetên berxwedan û parastinê danîn, ku em di wê baweriyê de ne wê cihê xwe di dîroka kurd û Kurdistanê de bigirin. Ya yekemîn; baskê berxwedanê ye ku bi gerîlayên HPG û YJA Starê yên tev li pêngavên Cenga Xabûrê û Bazê Zagrosê bûne, şênber bûye. Ya duyemîn jî awaza Eyaz Yûsûf, Erdogan Zaxo û Tehsîn Teha ye ku îro bi strana ‘Zinarên Kêste yên serbilind’ a Hesen Şerîf deng vedide. Nabe ku em destûrê bidin ku ev gotinên Bedirxan Sindî ji nû ve pêk bên; ‘Ey felek ji bo çi dinalî, bo çi nêrgiz çilmisî, ma çima bextê me hoye, em bêdost û bêkes in’.

Dostên me, çiyayên bilind in. Fedayiyên Kurdistanê û hunermendên kurd xwediyên rasteqîn ên vê xakê ne. Desthilatdar li berjewendiyên xwe difikirin bila bifikirin, welatparêz, gerîla, pêşmerge û hunermendên kurd ên dildarên vê xakê; divê em mil bi mil, bi hestên neteweyî li dijî vê mêtingeriyê têkoşîna xwe mezin bikin.

Çawa ku Hesen Şerîf li ser şewitandin û valakirina gundê Kêste stranek amade kir, çawa ku Bilind Îbrahîm têkildarî berxwedana li dijî dagirkirina Efrînê stran got, em di wê baweriyê de ne ku hunermendên kurd hemû bi taybetî jî hunermendên başûrê Kurdistanê û herêma Behdînanê, ji bo mezinkirina vê têkoşîna pîroz wê awaz û stranên xwe bi dengê tivinga gerîla re bikin yek.

Li ser vê bingehê em careke din we hemûyan ji dil silav dikin û soza xwe ya ji bo parastina vê xaka pîroz careke din didin gelê kurd.

Şervan û fermandarên Cenga Xabûrê.” METÎNA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar