Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Gerîlayên fedayî pêşengên serkeftinê ne

Şer ne tenê li Metîna, Zap û Avaşînê ye. Li hemû qadên çiyayî yên li bakurê Kurdistanê gerîla şer dike. Berxwedan salên dawî li bajaran jî belav dibe. Faşîzma AKP-MHP'ê li her qadê bi pêşengiya gerîlayên fedayî hatiye dorpêçkirin

Selahattîn Erdem |

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bîlançoya du mehan a şerê li Metîna, Zap û Avaşînê weşand. Jixwe encamên şer her roj bi raya giştî re parve dike. Niha raya giştî bi encamê giştî yê du mehan jî zane. Li gorî vê encamê nêzî çar sed dagirker hatin kuştin, bi dehan birîndar bûn û gelek alavên leşkerî ji aliyê gerîla ve hatin desteserkirin. Bêguman ev yek tenê ew hejmar e ku ji aliyê fermandariyên gerîla ve hatine tespîtkirin. Herî kêm, zêdeyî nîvê vê hejmarê hîn nehatiye tespîtkirin. Ji ber ku gerîla her tiştî nabîne, nikare her tiştî hîn bibe. Fermandariya artêşa dagirker jî ji bo her tiştî ji raya giştî veşêre derewan dike, hîleyan dike.

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik li gorî bîlançoya du mehan şer dinirxîne. Encamên giran ên vî şerî destnîşan dike. Piştre jî diyar dike ku faşîzma AKP-MHP’ê bi binpêkirina hemû pîvanan, serî li her rê û rêbazê dide. Radigihîne ku vê yekê jî bi piştgiriya NATO û PDK’ê dike. Destnîşan dike ku li gel van hemûyan artêşa tirk a dagirker nikare zêde bi pêş ve biçe, li gelek herêmên ku hewl dide lê bi cih bibe derban dixwe, neçar dimîne xwe vekişîne û di halê hazir de gelek kuştî daye, faşîzma AKP-MHP’ê xitimî ye, welê lê hatiye ku nikare gavan biavêje. Bi bîr dixîne, welê lê hatiye ku bikaranîna gazê û sewqkirina hêzên çete yên weke DAIŞ’ê jî nikare hêzên dagirker rizgar bike.

Bêguman Zozan Çewlik bi taybetî balê dikişîne ser rola gerîlayên jin a di şer de. Diyar dike ku gerîla û fermandarên YJA Starê li ser xeta Zîlan bûne fedayî, bi rengekî serkeftî bi rola xwe ya pêşeng radibe. Li ser vê bingehê jî bi lehengiyê tevdigerin. Diyar dike ku biryardariya berxwedanê û ruhê fedayî di asta herî bilind de bi rola xwe tevdigere. Destnîşan dike ku artêşa dagirker ji niha ve têk çûye û gerîla bi ser ketiye. Diyar dike ku gerîlayên modernîteya demokratîk ên fedayî tu carî têk naçe.

Piştî van agahî û nirxandinên aşkera û li pêş çavan, gelo hîn çi dikare bê gotin? Jixwe em zanin ku şer ne tenê li Metîna, Zap û Avaşînê diqewime. Gerîla di serî de Heftanîn û Xakurkê li hemû qadên çiyayî yên bakurê Kurdistanê şer dike û berxwedan salên dawî li nava bajaran jî belav bûye. Faşîzma AKP-MHP’ê li her qadê bi pêşengiya gerîlayên fedayî hatiye dorpêçkirin.

Her kes zane ku bi taybetî ji 24’ê Tîrmeha 2015’an û vir ve şeş sal in şerekî bêeman ê dîroka Kurdistanê diqewime. Li aliyekî dîktatoriya AKP-MHP’ê ya faşîst û qirker heye ku di serî de NATO piştgiriyê ji sîstema modernîteya kapîtalîst û hevkarên xwe yên kurd werdigire. Li aliyê din jî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê şer dikin ku bi hêza gel û baweriya bi azadiyê, her wiha bi piştgiriya jinan û hemû bindestan têdikoşin. Şerekî giran diqewime ku berdêla xwe mezin e. Û ev şer her tiştên li Tirkiyeyê diyar dike. Divê beriya her tiştî ev yek bê zanîn.

Ya duyemîn Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê gihîştine asteke welê ya fedayî ku di dîrokê de mînaka wê nehatiye dîtin û ji bo azadiyê dikarin her tiştî feda bike. Bêguman ev fedayîbûn berhema şert û mercên Kurdistanê ye, encama rêbaz û zîhniyeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Di bingeha wê de Berxwedana Zindanan a Mezin a ku tarîtiya 12’ê Îlonê ronî kir, Çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê heye. Ev xet tevgera gerîla ya li çiyê destnîşan dike û di kesayetiya Zîlan (Zeynep Kinaci) de 30’ê Hezîrana 1996’an li Dêrsimê şênber bû.

Kurd çaryek sedsal e ku li ser xeta fedayî ya Zîlan şer dikin û her tiştên xwe bi vî rengî bi dest dixin. Weke afirîner û misogeriya serketinê, pêşengiya gerîla û partiya fedayî afirandine. Rastiya têkneçûyî ya gerîlayên fedayî bi şênberî tê dîtin. Li ser vê bingehê 30’ê Hezîranê weke ‘Roja Fedayîtiyê’ tê pîrozkirin. Rastiya ku fermandar Zozan Çewlik destnîşan dike ev e.

Ya sêyemîn, pêşengiyeke gerîla ya ku rojane li faşîzmê dixe û dorpêç dike, li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat bûye hêvî ji kurdan re, ji gelên Tirkiyeyê û mirovahiyê re. Bûne hêviyeke mezin, wêrekî û fedakarî. Hişmendî, îrade û daxwazê dide wan û li her qadê wan tev li çalakiya demokratîk a li dijî faşîzma AKP-MHP’ê dike. Bi vî rengî li dijî faşîzmê, ji jinan, ciwanan û gelan eniyeke dêw a demokrasiyê diafirîne.

Va ye asta pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ li holê ye ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiriye. Girtiyên azadiyê yên li zindanan 214 roj in di greva birçîbûnê de ne. Bi sedan, bi hezaran girtî bi dorvegerî dikevin greva birçîbûnê. Li Ewropayê ‘Nobeda Azadiyê’ 10 sal li pey xwe hişt. 10 sal in ji bo azadiya Rêber Apo bênavber çalakî tên lidarxistin. Li Tirkiyeyê jî bi beşdariya 200 kesî, ‘Konferansa Demokrasiyê’ dawiya dawî li hev civiya. Rêveberiya demokratîk a nû ku alternatîfa faşîzmê ye ji aliyê gelan ve gav bi gav tê avakirin.

Li hemberî van hemûyan, bi fermana endamê gladyoya super Devlet Bahçelî li buroya HDP’ê ya Îzmîrê Denîz Poyraz hat qetilkirin û doza girtinê li HDP’ê hat vekirin. Gelo ev têne çi wate yê? Bêguman, tê wê wateyê ku faşîzma AKP-MHP a ku ji aliyê gel û gerîla ve hatiye dorpêçkirin, ji bo pêşî li hilweşîna xwe bigire û temenê xwe dirêj bike, di nava hewldanên dawî de ye. Ji wan heye ku bi komkujiyeke wiha û doza girtinê wê karibe mirovan bitirsîne û gelan bitepisîne.

Halbûkî her kes zane ku xwe dixapîne. Jin natirsin, gel natepisin, HDP xwe venakişîne. Di encama van hemûyan de konferansa demokrasiyê ya mezin û lêgerîna li rêveberiya alternatîf hat destpêkirin. Aşkera ye ku pêvajoyeke ku faşîzm hildiweşe û sîstema demokratîk ava dibe, dest pê kiriye. Xuya ye kêm maye, gelekî kêm maye. Ji bo rojên ku faşîzma AKP-MHP’ê hilweşe, bê avêtin û li ser bingeha azadiya kurdan Tirkiye demokratîk bibe, kêm maye.

Ji bo dîktatoriyên li ber têkçûnê ne tê gotin ku ‘zilmê zêde’ dike. Qetilkirina Denîz Poyraz û doza girtina HDP’ê jî dişibe vê yekê. Tê dîtin ku temenê dîktatoriya faşîst a Bahçelî-Erdogan kêm maye, pêvajoya hilweşîna wan dest pê kiriye. Di encama helwesta xwedîderketina li Denîz Poyraz û HDP’ê de dê asteke çalakiyan bê afirandin.

Ji bo faşîzma AKP-MHP’ê êdî dem kêm maye. Gerîlayên ku li ser xeta Zîlan bûne fedayî, teqez pêşengên serketinê ne. Gelê ku bi pêşengiya gerîla li ber xwe dide, afirînerê serketinên mezin e. Ji Zîlan heta Denîz Poyraz, jinên dilxwazên azadiyê ne, misogeriya serketinê ne. Berxwedana gel û gerîla wê bibe yek, faşîzma AKP-MHP’ê hilweşînin û li ser bingeha azadiya kurdan demokrasiyê bi ser bixîn.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar